KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Kurdistanê di 10 mehên herî dawî de herî kêm 80 zarok hatine qetilkirin
Hewldana Ji Bo Zarokan Aştî Niha da xuyakirin ku ji 16’ê Tebaxa 2015’an ve li Kurdistanê di êrîşên dewletê de herî kêm 80 zarok hatine qetilkirin. -
Gundên Xirbet Eyûş û Mecra Nahîr Tehtanî hatin rizgarkirin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di operasyona “Şehîd û Fermandar Feysel Ebû Leyla” de gundê Xirbet Eyûş ku 7 km dikeve rojhilatê bajarê Minbicê ji çeteyan rizgar kirin. -
Şervanên rêya Reqa-Minbicê xistin kontrolê
Di çarçoveya Operasyona Şehîd û Fermandar Faysal Ebû Leyla de şervanan rêya Reqa-Minbicê xistin kontrola xwe û li ser rê tên dîtin. -
Bi wêneyan Gever
Piştî êrîşên qirkirinê yên çeteyên Qesr/AKP’ê rewşa dawî ya bajarê Geverê vegeriya xirbeyan û ketin objektîfên ANF’ê. -
Li Dersîm û Şirnexê 2 leşker hatin kuştin
Di çalakiyên li Dersîm û Şirnexê de 2 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin. -
Doza 5'ê Hezîranê rakirin Enqereyê
Doza li ser êrîşa bombeyî ya li hemberî mîtînga HDP'ê ya beriya hilbijartinên 7'ê Hezîranê li Amedê pêk hat, bi bahaneya "ewlekariya cemaweriyê" radestî Dadgeha Cezayê Giran a Rojava ya Enqereyê hat kirin. -
Endamekî Erka Xweparastinê li gundekî Kobanê jiyana xwe ji dest da
Fermandariya Giştî ya Hêzên Erka Xweparastinê nasnameya şervanekî xwe ku li gundewarê Kobanê jiyana xwe ji dest da, eşkere kir. -
Li bajarokê Dadatê şerekî dijwar diqewime
Piştî ku şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê xwe gihandin taxa destpêkê ya bajarokê Dadatê, di navbera wan û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar destpê kir. -
Ji KCD'ê peyama meha Remezanê: Divê Misilman li dijî zilmê derkevin
Komîsyona Bawerî û Gelan a KCD'ê meha Remezanê pîroz kir. Di peyama KCD'ê de bang li Misilmanan hat kirin, ku li dijî zilma desthilatdaran derkevin. -
Nûnerên rêveberiya Rojava li Moskowayê bi karsazan re civiya
Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava li Moskowayê, bi karsaz û dikandarên Rojavayî re civiyan. -
Berxwedêrên Sûrê Yilmaz, Alpata û Polat hatin teşxîskirin
Jiyan Yilmaz, Şukran Alpata û Mahsum Polat ên di berxwedana li Sûrê de jiyana xwe ji dest dan, piştî testa DNA'yê hatin teşxîskirin. -
Amed: Gerîlayên Kurdistanê wê têkoşînê bi ser bixînin
Delal Amed: Hêzên gerîla amade ne, bi pêngavên mezintir bersivê bidin hêzên hikûmeta Erdogan. Gerîlayên me yên Kurdistanê di vê pêvajoya têkoşînê de bi rola xwe ya pêşengiyê rabûne û wê ji niha û pê ve jî erka bi ser xistina têkoşînê bi cih bînin. -
Du gundên Minbicê hatin rizgarkirin
Li aliyê Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê du gundên din ji çeteyan hatin rizgarkirin. -
Cenazeyê Ebû Leyla îro tê oxirkirin
Cenazeyê Ebû Leyla îro li Kobanê bi merasîmeke bi heybet tê oxirkirin. -
Çeteyên Qesrê li taxên Xaçort û Karşiyaka yên Wanê avêtin ser malan
Çeteyên Qesrê danê vê sibehê li taxên Xaçort û Karşiyakayê bi panzeran avêtin ser malan. -
Gundê Qîratê û 20 gundik hatin rizgarkirin
Di çarçoveya Operasyona Fermandar Şehîd Ebû Leyla de gundê Qîrat û 20 gundên din ji DAIŞ'ê hatin paqijkirin. -
Çend agahî ji roja 5. a Pêngava Rizgarkirina Minbicê
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ber bi serketinê, ber bi azadiya Minbicê ve dimeşin. Di roja 5. a pêngavê de şervanan gelek gund û gundik ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. -
Bersiva li polîtîkayên înkar û tinekirinê: Berxwedan jiyan e
Parlamenterê HDP'ê yê Semsûrê Behçet Yildirim da xuyakirin, ku Qesr hewl dide gelê Kurd bêdeng bike û anî ziman, êrîşên dijî HDP'ê tên kirin, hewldana bê vîn hiştina gelekî ne. Yildirim got, di nava her şert û mercî de ew ê li ber xwe bidin. -
Rêya Minbic-Cerablûsê di bin kontrola şervanan de ye
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, rêya navbear Minbic û Cerablûsê xistin bin kontrola xwe. -
Li dibistanên çand û hunerê yên gundan perwerdeya alternatîf
Mamosteya Dibistana Çand û Hunerê ya Cixsê Nûrcîhan Yilmaz diyar kir, Dibistanên çand û Hunerê yên Gundan ên ji bo parastina çand û zimanê Kurdî hatin avakirin alternatîfek derxistine holê û banga destekkirina van dibistanan kir. -
Operasyona Minbicê gav bi gav ber bi serketinê ve diçe
Operasyona Şehîd Feysal Ebû Leyla ya ku bi armanca rizgarkirina bajarê kevnar Minbic û hawirdora wê hat destpê kirin bi hemû hêza xwe bê navber dewam dike. -
Balafirê şer ên Tirk li ser Garê digerin
Balafirên şer ên dewleta Tirk li ser herêma Garê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê digere. -
Geverî: Em piştgiriya hev bikin
Gelê Geverê hewl dide, şopên talan û wêranî yên ji aliyê hêzên dewletê ve piştî berxwedana xwerêveberiyê hat kirin, jê bibe. Geveriyên ji ANF'ê re axivîn banga piştgiriyê kirin. -
'Dema me ji bo şînê nîne'
Rûkeniya fermandarê Şems El Şemal û endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebû Leyla wê bi ti awayî neyê ji bîr kirin. Ji bo bîranîna wî, wê Sûriyeyeke demokratîk, Rojavayeke azad bê avakirin. -
Saziyeke ewlekariyê ya bi civakê re ye: Asayîşa Rojava
Ji rêveberên Asayîşa Giştî ya Rojava Ciwan Îbrahîm diyar kir, ew xwe di nava civakê de dibînin û armanca wan a bingehîn jî tespît û pûçkirina çavkaniya pirsgirêkan e.