Du gundên Minbicê hatin rizgarkirin

Li aliyê Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê du gundên din ji çeteyan hatin rizgarkirin.

‘Operasyona Fermandar Şehîd Feysel Ebû Leyla’ ya rizgarkirina Minbicê ku ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatiye destpêkirin di roja xwe ya şeşemîn de bi rizgarkirina gundik, gund û bajarokan dewam dike.

Şervanan îro jî du gundên din ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgarkirin. Li baskê operasyonê yê aliyê Pira Qereqozaxê gundê Xirbet El-Masê û li baskê Bendava Tişrînê jî gundê Fers Sexîr hatin rizgarkirin.

Operasyona Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi pêşdeçûnan dewam dike.