Rêya Minbic-Cerablûsê di bin kontrola şervanan de ye

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, rêya navbear Minbic û Cerablûsê xistin bin kontrola xwe.

Operasyona Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê hat destpêkirin, di roja 6. de dewam dike.

Hêzên Minbicê ku operasyona xwe bi navê "Operasyona Şehîd Fermandar Ebu Leyla" didomînin, li eniya Qereqozaxê îro saet derdora 04.00 de derbeke mezin li çeteyên DAIŞ'ê xistin.

Di şerê li ser rêya Minbic-Cerablûsê de, ku bi 23 kîlometreyan li rojavayê Qereqozaxê ye, rê bi temamî ket bin kontrola şervanan. Di şer de derbên giran li çeteyan hatin xistin, lê der barê hejmara kuştî û birîndaran de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Şerê li herêmê dewam dike.