Amed: Gerîlayên Kurdistanê wê têkoşînê bi ser bixînin

Delal Amed: Hêzên gerîla amade ne, bi pêngavên mezintir bersivê bidin hêzên hikûmeta Erdogan. Gerîlayên me yên Kurdistanê di vê pêvajoya têkoşînê de bi rola xwe ya pêşengiyê rabûne û wê ji niha û pê ve jî erka bi ser xistina têkoşînê bi cih bînin.

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Delal Amed, li ser şerê li Bakurê Kurdistanê ji ANF'ê re axivî.

Delal Amed di destpêka axaftina xwe de, cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi rêzdarî û minetdarî bibîr anî û soza bi ser xistina têkoşînê, dubare kir.

Amed da xuyakirin, ku di roja îro de Erdogan dixwaze rejîma Qesrê ava bike, dengên cuda yên li nava dewletê û AKP'ê beralî bike û bi tena serê xwe bibe dîktatorek. Amed got, "Di heman demê de dixwaze gelê Kurd û nirxên vî gelî bi hovîtiyeke mezin ji holê rake, qir bike û bi vî rengî planên xwe pêk bîne. Bi slogana yek milet, yek al, yek ziman, yek ol, zîhniyeta xwe ya tekparêz radixe pêş çavan." 

Amed bal kişand ser êrîşên li hemberî gelê Kurd, tevgera azadiyê ya Kurdistanê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku di 24'ê Tîrmeha 2015'an de destpê kirin û got, "Bêguman bi pêşengiya tevgera me ya azadiyê, gelê me bi ruhê pêngava 1'ê Hezîranê bersiv da van êrîşan û di serî de li bajarên Kurdistanê, li her qadê têkoşîneke xurt a berxwedanê nîşan da. Bi hêza xwe, hêza azad û çareseriya serbixwe nîşan da. Asta berxwedana bêhempa ya gel û tevgear me nîşan da, rûyê rastî yê Erdogan raxist pêş çavan. Erdogan bi van polîtîkayan ve, dawî li xwe tîne."

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Delal Amed da zanîn, ku Erdogan û hikûmeta wî di têkoşîna li dijî tevgera azadiyê ya Kurd de ji piştgiriya derve û hundirê Tirkiyeyê bawer dike û ev nirxandin kir: "Lê belê têkoşîna 43 salan a Tevgera Azadiyê ya Kurd ev yek bi awayekî zelal radixistiye pêş çavan; Hikûmetan di demên herî xurt ên li siyaseta hundir û derve de nikarîbûn tevgera me biqedînin, berevajî tevgera me her tim mezin bû û hikûmetên li hemberî tevgera me şer kirin, bi xwe qediyan. Ji xwe lêgerîna hikûmeta Erdogan a li derve û hundir a ji bo peydakirina destekê, nîşaneya qelsî û têkçûna li pêşberî tevgera me ye. Bi desteka ji her alî wergirtî re hewl dide vê qelsî û têkçûna xwe binixumîne. Lê ev hewldaneke pûç e. Çawa ku Erdoagn di vê dma têkoşînê de bi destê xwe hikûmeta Davûtoglû ji hev belav kir, di heman demê de têkçûna xwe jî nêz kir. Erdogan jî wê li pêşberî tevgera me têk biçe û nikaribe xwe ji vê têkçûnê rizgar bike."

Fermandar Amed da zanîn, ji aliyê Tevgera Azadiyê ya Kurd ve şerê tê meşandin meşrû û mafdar e û got, "Ji ber ku bi polîtîkayên qirkirinê hovîtî li gelê me tê kirin. Li hemberî her gava me ya jib o çareseriya bi rêbaza demokratîk-aştiyane, Erdogan û hikûmeta wî hewl da tevgera me û gelê me tesfiye bikin. Li hemberî vê hewldana tesfiyeyê, ji bilî bilindkirina têkoşînê û berxwedanê ti rê ji me re nehat hiştin. Ev yek hem çareseriya me bi xwe ye, hem jî li dijî polîtîkayên qirkirin û wehşetê, têkoşîna parastina hebûna xwe ye. Ji ber vê yekê têkoşîneke mafdar û meşrû ye. Di qonaxa heyî ya têkoşînê de gelê me zane bûye û gihaştiye asta avakirina jiyana azad. Gelê me ku jiyana azad mafê xwe ye, wê ji vê yekê ti carî venegere. Hêza bingehîn a em xwe dispêrin, hêza me bi xwe ye, hêza berxwedanê ya Rêberê me, gelê me û gerîlayên me ye."

Amed ragihand, Erdogan û hikûmeta wî bi her şêwe teknolojiya dawî û çekên giran êrîşî tevgera azadiyê û gelê Kurd dikin û got, "Ev şerê ku navê têkoşîna li dijî terorê lê dikin, şerê bi tank, top û balafiran wêrankirina bajarên kurdistanê, koçberkirina mirovên me û pêkanîna komkujiyan e. Ti mafdariya vî şerî nîne. Mixabin ev wehşeta hikûmeta Erdogan dike, li pêş çavên tevahiya cîhanê tê kirin. Bêdengiya mirovahiyê ya li pêşberî vê hovîtiyê, şerma mirovahiyê ye. Bagn li hemû hêzên demokratîk dikim, ku bi berpirsyarî nêzî polîtîkayên qirkirin-komkujiyê yên li Kurdistanê tên kirin, bibin."

Amed destnîşan kir, gerîlayên Kurdistanê li hemberî êrîşên tinekirinê yên di 24'ê Tîrmehê de destpêkirin; xwe, gelê xwe û nirxên xwe parastine û got, "Gelê me jî bi têkoşîna xwe ya demokratîk-xweseriyê ve armanca xwe ya siyasî destnîşan kiriye. Xweseriya demokratîk çareseriya gelê me ye. Parastina têkoşîna xweseriya demokratîk jî bêguman erka bingehîn a gerîlayên me ye. Li ser vê bingehê, hêzên me yên gerîla ji bo beralîkirina êrîşên dijmin ên li hemberî berxwedana xwerêveberiyê ya gelê me, hem li qada bejahî hem jî li nava bajaran ketiye nava çalakiyeke aktîf. Her wiha, ji bo parastina qadên xweseriya demokratîk, ji derve ve rê û herêm kontrol kirine û nehiştine hêzên dijmin êrîşî van qadan bikin. Hişmendiya parastinê ya di nava gelê me de bi vêr ola gerîla afirî, li hemberî êrîşên dijmin, ji bo parastina xwe û qadên xwe, rêxistinbûyîna xwe û hêzên berxwedanê yên YPS'ê xurt kiriye. Gerîlayên me yên Kurdistanê di vê pêvajoya têkoşînê de bi rola xwe ya pêşengiyê rabûne û wê ji niha û pê ve jî erka bi ser xistina têkoşînê bi cih bînin.

Delal Amed da xuyakirin, ku hikûmeta Erdogan li dijî gelê Kurd ne tenê li Bakurê Kurdistanê şer dike, li parçeyên din ên Kurdistanê jî vî şerê xwe dimeîne û destnîşan kir, ku gerîlayên Kurdistanê mîna li Bakurê Kurdistanê li parçeyên din jî li dijî van êrîşan xwe birêxistin kirine û di çeperan de ne.

Amed destnîşan kir, ku tevî hêza berxwedan û parastina gelê Kurd, ew xwedî hêza bicihanîna projeya xwe ya çareseriyê ne û diyar kir, têkoşîna di vî warî de wê bidome. Amed da zanîn, polîtîkayên qirkirinê yên hikûmeta Erdogan wê werin pûçkirin û got, "Çareseriya xweseriya demokratîk û serbixwe, ku projeya çareseriya gelê me ye, wê bi cih were anîn."

Fermandar Delal Amed ragihand, dewleta Tirk dixwaze berdêla vî şerî bi erdnîgariya Kurdistanê û gelê Kurd bide dayîn û got, "Lê belê asta ku ev şer gihaştiye, sînorên Kurdistanê derbas kiriye. Em di pêvajoyeke welê de ne, ku hêzên me yên gerîla wê li erdnîgariya Tirkiyeyê hem li qadên bejahî hem jî li nava bajaran li dijî hêzên dewletê têbikoşin. Çalakiyên heta niha ji aliyê hêzên me ve li Tirkiyeyê hatin kirin, vê yekê nîşan didin. Di heman demê de têkoşîna li eniya hevpar şoreşgerên Tirkiyeyê ya di bin sîwana Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan, pêngaveke nû ye. Bila dewleta Tirk û hikûmeta Erdogan vê baş zanibin; agirê wan li Kurdistanê dadan e wê geş bibe û bi her devera Tirkiyeyê bikeve."