Bersiva li polîtîkayên înkar û tinekirinê: Berxwedan jiyan e
Parlamenterê HDP'ê yê Semsûrê Behçet Yildirim da xuyakirin, ku Qesr hewl dide gelê Kurd bêdeng bike û anî ziman, êrîşên dijî HDP'ê tên kirin, hewldana bê vîn hiştina gelekî ne. Yildirim got, di nava her şert û mercî de ew ê li ber xwe bidin.
HASAN YOLDAŞ
SEMSÛR
duşem, 6 pûşperê 2016, 09:06
Parlamenterê HDP'ê yê Semsûrê Behçet Yildirim da xuyakirin, ku Qesr hewl dide gelê Kurd bêdeng bike û anî ziman, êrîşên dijî HDP'ê tên kirin, hewldana bê vîn hiştina gelekî ne. Yildirim got, di nava her şert û mercî de ew ê li ber xwe bidin.
Parlamenter Yildirim da xuyakirin, ku mekanîka darbeyê ya AKP/Qesr li dijî siyaseta Kurd dimeşîne, piştî ku wan bi 80 parlamenteran cihê xwe li parlamentê girtin, ket dewrê û destnîşan kir, ku li hemberî desteka wan a ji gel wergirtî, AKP/Qesr, MHP, CHP, Eregenkonî û Balyozî bûne yek wicûd û li dijî wan sekinîne.
Yildirim diyar kir, tevî hemû zextên faşîzan ên dewlet bi destê AKP/Qesrê dimeşîne, wan di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de careke din destek ji gel wergirtine û li hemberî konsepta şerê qirêj cihê xwe di Meclîsê de girtine.
Yildirim ragihand, AKP/Qesrê ev yek hezm nekirine, lewma şerê qirêj mezin kirine û got, "Bi dorpêçî, pêkanînên rewşa awarte û komkujiyan hewl hat dayîn daxwaza azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd bê tepisandin. Ji bo siyaseta Kurd rol û mîsyona xwe bi cih nîne, Meclîs hat tevizandin. Rejîma AKP/Qesr a ku ji van êrîşan ti encam bi dest nexist, ji bo bêdengkirina HDP'ê rojeva destnedanê afirand û ev yek bi Meclîsê da qebûkirin. Navê vê yekê ne destnedan e. Darbeyek li dijî me ye. Ji xwe mafekî me yê destnedanê ti carî nebû. Ji bo em nikaribin xwe bigihînin gel, çi ji destê wan tê dikin. Naveroka hemû fezlekeyên li hemberî me hatine amadekirin, hewldan û bangên me yên ji bo aştî, demokrasî û azadiyê ne."
Parlamenterê Yildirim destnîşan kir, ku yekane astengiya li pêşiya sîstema serokatiyê HDP ye, lewma Qesr dixwaze HDP'ê bêbandor bihêle û ji Meclîsê bavêje.
'EM BI GEL HENE'
Yildirim bal kişand ser xwedîderketina gel a li wan û got, "Gel ji me re dibêje, ew rakirina destnedanên me weke xelata şerefê dibîne. Gel bi xwe ji me re dibêje; ew gelekî baş bi vê pêvajoyê dizane, dizane bê kî mafdar e, kî neheq e û ji me dixwaze em vê yekê bi xurtî vebêjin. Gelê me yê deng daye me û li cem me cih digire, bi hemû karên HDP'ê dizane. Lewma gelê me ti carî me bi tenê nahêle. AKP/Qesr hewl dide pêşî li vê xwedîderketinê jî bigire. Lê belê, li hemberî vê yekê em her tiştî di nava gel de ji gel re vedibêjin. Di civînên li taxan, mîtîng û komûnan de em bi gel re dicivin. Em bi gel derketin holê û heta ev gel hebe em ê bimeşin. Ji ber ku em civakeke gelekî baş bi têgihiştina 'berxwedan jiyan e' dizanin. Em ê li ber xwe bidin. Em bi qanûnên wan ên faşîst nehatin hilbijartin. Gel em hilbijart. Gel çi bêje, wê ew pêk were. Gel ji me dixwaze em li ber xwe bidin, mafên wan, mafên xwe biparêzin. Em ê jî li ber xwe bidin."