Ji KCD'ê peyama meha Remezanê: Divê Misilman li dijî zilmê derkevin

Komîsyona Bawerî û Gelan a KCD'ê meha Remezanê pîroz kir. Di peyama KCD'ê de bang li Misilmanan hat kirin, ku li dijî zilma desthilatdaran derkevin.

Komîsyona Bawerî û Gelan a KCD'ê meha Remezanê pîroz kir. Di peyama KCD'ê de bang li Misilmanan hat kirin, ku li dijî zilma desthilatdaran derkevin.

Komîsyona Bawerî û Gelan a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) daxuyaniyeke nivîskî weşand û cejna Remezanê pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, di vê dema ku pêwîstiya alema Misilmanan bi aştiyê heye de, Fîrewnên serdema heyî rastiya aştî, biratî û xweşbîniyê ya Îslamiyetê ji nedîtî ve tên, Îslamiyetê ji bo berjewendî û şerên xwe yên qirêj bi kar tînin û zilmê li Misilmanan dikin.

KCD'ê da xuakirin, ku komkujî û êrîşên li hemberî îbadetxane, bawerî û gelên li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Gever, Şirnex, Hezex, Silopiya, Rojava, Sûriye û Iraqê tên kirin, encama polîtîkayên bîrdoziyên dûrî rastiya Îslamiyetê ne.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Yên zilmê dikin kî dibin bila bibin, polîtîkayên zilmê bi kîjan navî pênase dikin bila bikin, dijderketina li zilma wan, berxwedan û serdestkirina Îslamiyeta rasteqîn li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn, erka sereke ya Misilmanan e."