Li Dersîm û Şirnexê 2 leşker hatin kuştin

Di çalakiyên li Dersîm û Şirnexê de 2 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya HPG'ê de ev agahî hatin dayîn:

DERSÎM

Roja 5'ê Hezîranê saet di 17:45'an de hêzên me yên gerîla li hemberî leşkerên li qereqola Dereova ya ser bi navçeya Dersîm Qisleyê çalakiyeke sûîqestê pêk anîn û di encamê de leşkerek hat kuştin. Piştî çalakiyê qereqolê gule li derdora xwe reşand.

Li herêma Pokûs a li navçeya Qisleyê, tevî ku gelek caran hatin hişyarkirin lê belê dîsa jî darên li daristanê dibirîn, roja 5'ê Hezîranê kepçeyek, pîkapek û 3 traktorên hin şexsan hatin şewitandin. Her wiha kesekî bi navê Mehmet Ûgûr ê dar dibirî, ji aliyê hêzên me ve hat binçavkirin.

AMED

Roja 4'ê Hezîranê, artêşa TC li hin gundên navçeya Amed Licê derketina derve qedexe kir û dest bi operasyonê kir. Saet di 11:30 ê heman rojê de, balafirên şer ên Tirk bombe li derdora gundê Zengasor ê li herêma Şehîd Serxwebûn barandin. Di vê bomberdûmanê de hevalekî me şehîd ketiye. Agahiyên li ser nasnameya hevalê me yê şehîd ketiye, wê piştre bê eşkerekirin.

ŞIRNEX

6'ê Hezîranê saet di 06:30 de hêzên me yên gerîla, li hemberî leşkerîn li derdora girê Şehîd Kendal ê li navçeya Şirnex Qilabanê bi cih bûbûn, çalakiyeke sûîqestê pêk anîn û di encamê de leşkerek hat kuştin.

Roja 5'ê Hezîranê saet di 17:30 de, bi çekên giran li leşkerên li derdora girê Şehîd Kendal hat xistin, lê hejmara kuştî û birîndarên leşkeran nehatiye zelalkirin.

5'ê Hezîranê saet di 14:30 de, li hemberî tevgera leşkeran a li girê Kêlikê, hêzên me bi çekên giran çalakiyek lidar xistin. Hejmara leşkerên hatin kuştin û birîndarkirin, zelal nebû.

COLEMÊRG

Roja 5'ê Hezîranê saet di navbera 07:00-08:30 de hêzên me yên gerîla li hemberî kepçeyên artêşa TC ên li derdora girê Leylek ê li navçeya Colemêrg Geverê rê çêdikirin, bi çekên giran çalakî pêk anîn û karê çêkirina rê sekinandin.

5'ê Hezîranê saet di navbera 09:00-10:00 de, dema cerdevanên gundê Evliya yê Şemzînanê li herêmê di nava tevgerê de bûn, hêzên me bi armanca hişyarkirinê gule teqandin. Li ser vê yekê cerdevanan xwe ji herêmê vekişandin.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Roja 5'ê Hezîranê saet di navbera 09:00-10:00 de balafirên şer ên artêşa TC, bombe li Girê Sor û Girê Doçka yên herêma Avaşînê barandin.

5'ê Hezîranê saet di navbera 09:00-09:30 de balafirên şer girê Şehîdan ê li herêma Zagrosê, saet di navbera 09:00-10:00 de qada Mergêzerê û roja 3'ê Hezîranê saet di 11:40 de jî dîsa qada Mergêzerê bombe kirin.

Roja 5'ê Hezîranê saet di navbera 11:00-12:00 de balafirên şer bombe li gundê Aşkolke yê li Suredê ya ser bi herêma Qendîlê barandin. Ji ber bomberdûmanê xisar li erdê gundiyan bû."