Saziyeke ewlekariyê ya bi civakê re ye: Asayîşa Rojava
Ji rêveberên Asayîşa Giştî ya Rojava Ciwan Îbrahîm diyar kir, ew xwe di nava civakê de dibînin û armanca wan a bingehîn jî tespît û pûçkirina çavkaniya pirsgirêkan e.
Ji rêveberên Asayîşa Giştî ya Rojava Ciwan Îbrahîm diyar kir, ew xwe di nava civakê de dibînin û armanca wan a bingehîn jî tespît û pûçkirina çavkaniya pirsgirêkan e.
Ji rêveberên Asayîşa Giştî ya Rojava Ciwan Îbrahîm diyar kir, ew xwe di nava civakê de dibînin û armanca wan a bingehîn jî tespît û pûçkirina çavkaniya pirsgirêkan e.
Dema ku Şoreşa Rojava destpê kir, yek ji saziyên ji aliyê Kurdan ve ji bo dagirtina valahiya ewlekariyê hat avakirin, Saziya Asayîşê ye. Asayîş, ji 25'ê Tîrmeha 2013'an û vir ve ji bo çareserkirina pirsgirêkên ewlekariyê, bi lez û bez veguherî saziyekê.
Hem li hemberî êrîşên çeteyan, hem jî di çareserkirina pirsgirêkên civakî de xwedî roleke girîng e. Xeabtên xwe bi 26 yekîneyên xebatê dimeşîne, ku 6 ji van yekîneyên bingehîn e. Li gelemperiya Rojavayê Kurdistanê jiyana gelan ewle dike.
Ji rêveberên Asayîşa Giştî ya Rojava Ciwan Îbrahîm ji me re qala Asayîşa Rojava kir.
LI GELEMPERIYA ROJAVA RÊXISTINBÛYÎ YE
Îbrahîm bal kişand ser 26 buroyên fermî yên cuda yên Asayîşa Rojava û got, "Ev hemû ji yekîneyên cuda pêk tên. Ji van jî 6 yekîneyên 'rêveberiya giştî ya nuqteyên kontrolê, fermandariya giştî ya hêzên antî terorê, midûriyeta îstîxbaratê, midûriyeta sûcên organîzeyî, midûriyeta trafîkê û midûriyeta maliyeyê' yekîneyên bingehîn in."
Îbrahîm da xuyakirin, ku ji bo parastina gelên Rojava ji êrîşên bombeyî, 218 navendên asayîşê û 385 bendên kontrolê hatine avakirin û li her bendeke kontrolê herî kêm 10 endamên asayîşê wezîfedar in.
Îbrahîm diyar kir, li bajaran jî midûriyetên giştî hene û got, "Li Dêrik, Cindirêsî, Serêkaniyê, Qamişloyê, ji kontrola rê jî midûriyeta giştî berpirsyar e. Li her kantonan Fermandariya Hêzên Antî Terorê (HAT) hene. Di nava van de jî her beş navendên xwe bi xwe bi rêxistin dikin."
DI BIN SÎWANA ASAYÎŞA GIŞTÎ DE ASAYÎŞA JINÊ YA XWESER Û SÛTORO
Ciwan Îbrahîm bal kişand ser rêxistinbûyîna xweser a jinan di nava saziya Asayîşa Giştî de û got, "Jin li vê derê jî xwedî rêxistinbûyîneke xweser in. Yanî di karê asayîşê de jin xwe bi rengê xwe temsîl dikin. Navenda Asayîşa Jinê ya Rojava û li her bajarî navendên asayîşa jinê û yekîneyên asayîşa jinê hene."
Rêveberê Asayîşa Giştî Îbrahîm da xuyakirin, ku di bin sîwana Asayîşa Giştî ya Rojava de Navenda Asayîşa Asûrî-Suryanî Sûtoro saziyeke xweser e û got, "Sûtoro hem bi Meclîsa Leşkerî ya Suryanî, hem jî bi Asayîşa Giştî ya Rojava ve girêdayî ye û xebatên xwe bi vî rengî dimeşîne. Sûtoro hema hema li her devera Suryanî lê ne rêxistinbûyî ye. Hem ji bo çareserkirina pirsgirêkên ewlekariyê yên gelên Asûrî-Suryanî tevdigere, hem jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî di nava hewldanan de ye. Di heman demê de tevî hêzên din ên asayîşê, erkên ji bo ewlekirina bajaran pêk tîne."
'3 WEZÎFEYÊN ME YÊN BINGEHÎN HENE'
Ji rêveberên Navenda Asayîşa Giştî ya Rojava Ciwan Îbrahîm işaret bi 3 wezîfeyên xwe yên bingehîn kir û got, "Sê wezîfeyên bingehîn ên Asayîşa Rojava hene. Karê me yê sereke; ewlekirina jiyana gelên li Rojava ye. Di vê çarçoveyê de em gefên li ewlekariya can û malên gelan tê xwarin tespît dikin. Ewlekariyê misoger dikin. Têkoşîna li hemberî dizî, qaçaxçitî, bûyerên edlî, hiqûqî û civakî erka asayîşê ye. Wezîfeya me ya duyemîn jî ew e; li hemberî rêxistinbûyînên bi tîpa hucreyê, rêxistinbûyînên terorê yên li nava bajêr û li hemberî komên çekdar ên li derveyî qanûnan tedbîran bigirin, ewlekariyê pêk bînin û sîstema cezayî bimeşînin. Dema em van tespît dikin, pêkanînên pêwîst dikevin dewrê. Erka me ya sêyemîn jî; li eniya şer têkoşîna li dijî çeteyên mîna DAIŞ'ê ye. Di pêngavên şer de weke Asayîşê em jî cihê xwe digirin û li eniya herî pêş şer dikin. Ev her sê wezîfeyên hesas, di heman demê de bi hev re tên meşandin."
OPERASYONÊN LI DIJÎ BÛYERÊN TERORÊ JI ALIYÊ HAT'Ê VE TÊN MEŞANDIN
Ciwan Îbrahîm da zanîn, di karê rûtîn ê civakî de hêzên asayîşê her tim li ser kar in û axaftina xwe wiha dewam kir: "Lê belê li hemberî xeteriyekê, Hêzên Antî Terorê (HAT) dikeevin dewrê û li hemberî êrîşeke gengaz a terorê tedbîran digirin. Ev yek ji di encama karekî hevpar û koordîneyî de tê meşandin. Hêzên operasyonê di nava nepenîtî û dîsîplîneke mezin de tevdigerin. Bi taybetî li dijî komên terorê yên çekdar ên çav berdane xaka Rojava, ji bo wergirtina tedbîran hatine birêxistinkirin."
'EM JI YEKÎNEYÊN ASAYÎŞÊ YÊN DEWLETAN GELEKÎ CUDA NE'
Ciwan Îbrahîm ragihand, Asayîşa Rojava jî mîna hemû saziyên li Rojavayê Kurdistanê, paradîgmaya civakeke demokratîk, azadîparêziya jinê û ekolojîk esas digirin û destnîşan kir, Asayîşa Rojava ji bo xurtkirina tevîneka civaka polîtîk û exlaqî tevdigere.
Îbrahîm diyar kir, di nava Asayîşa Rojava de ferasetek xwe li jora civakê dibîne nîne û destnîşan kir, ew di nava civakê de bi civakê re tevigerin.
Îbrahîm da xuyakirin, karê wan ne tenê cezakirina sûcdarekî ye û got, "Karê me yê bingehîn ew e ku di dema rûdana sûcekî de çavkaniya pirsgirêkê were tespîtkirin û ev çavkanî bê pûçkirin ku careke din sûc neyê kirin. Îbrahîm got, "Mînak; sûcê dizî yan jî qaçaxçitiyê heye; wê demê em şebekeya vî sûcî organîze dike tespît dikin û têk dibin. Taybetmendiya me ya bingehîn a ji mînakên din ên cîhanê cudatir ev e. Lewma li gorî welatên li derdora me û herêmên di bin rêveberiya rejîmê de ne, li Rojavayê Kurdistanê rêya sûcên tên kirin, gelekî kêm e. Sûcên weke cînayet, fûhûş û narkotîkê, bi qasî tine ye li Rojav kêm e."
Ciwan Îbrahîm da xuyakirin, ku yek ji karên wan ên bingehîn di nava saziya asayîşê de, karê perwerdeyê ye û got, "Li Rojava 7 akademiyên me yên navendî hene. Li vê derê perwerdeyên li ser mijarên 'çima asayîş, çawa bê jiyîn, di pirsgirêk û çareseriyê de pîvan çi ne' tê dayîn. Di beşa sêyemîn aynî beşa nêrînî de jî zelal dibe ku şagirt dikare bibe endamê asayîşê yan na."
Îbrahîm da zanîn, yek ji saziyên Rojava yên herî zêde dibin hedefa êrîşên DAIŞ'ê, Saziya Asayîşê ye û got, "Li hemberî hêzên Asayîşê heta roja îro 86 êrîşên xwekujî hatin kirin. Li her sê kantonan 124 endamên Asayîşê di van êrîşan de jiyana xwe ji dest dan."