Li dibistanên çand û hunerê yên gundan perwerdeya alternatîf
Mamosteya Dibistana Çand û Hunerê ya Cixsê Nûrcîhan Yilmaz diyar kir, Dibistanên çand û Hunerê yên Gundan ên ji bo parastina çand û zimanê Kurdî hatin avakirin alternatîfek derxistine holê û banga destekkirina van dibistanan kir.
ELÎF DOGAN/MELEK YUKSEL
AMED
duşem, 6 pûşperê 2016, 08:14
Dibistana Çand û Hunerê ya Cixsê, ku beriya salekê li bajarokê Cixsê yê Pasûrê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat avakirin û perwedeya bi Kurdî dide, 20 xwendekar û 2 mamosteyên xwe hene. Dibistan alternatîfa perwerdeya li dibistanên Tirkan pêşkêş dike.
Mamosteya Dibistana Çand û Hunerê ya Cixsê Nûrcîhan Yilmaz da xuyakirin, ku Dibistanên Çand û Hunerê yên di çarçoveya projeya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de li gundên Hênê, Pîran, Erxenî û Pasûrê hatin avakirin, salek tijî kirine û got, "Armanc ji avakirina van dibisanan parastina çand û hunera Kurd bû. Dema em cara destpêkê hatin van gundan, me dîtin ku polîtîkayên asîmîlasyonê yên bi destê dewletê tên meşandin abndor li her devera gund kirine. Malbatên li gund bi Kurdî bi zarokên xwe re nedaxivîn û ji aliyê çand û ziman ve xemsariyek hebû. Ev rewş li dijî xwezya jiyana gund bû, ji ber ku jiyana li gund xwe dispêre parastina çandê. Lê îro em dibînin, hewl tê dayîn ev rêbaza jiyanê ji holê were rakirin. Lewma me xwest, ziman û çanda xwe bi zarokên xwe bidin hezkirin, parastin û hînkirin."
ME PÊŞHUKUM TÊK BIRIN Û PERWERDEYA BI KURDÎ DAN PEJIRANDIN
Yilmaz da zanîn, ku di dema destpêkê ya dibistanê de gelek pêşhukum derketin pêşiya wan û wiha pê de çû: "Bi taybetî ji aliyê peydakirina xwendekaran ve pirsgirêkên mezin derketin pêşiya me. Lê me pêşhukmên di mejiyê malbatan de hilweşand û di encamê de ne tenê ji Cixsê niha ji gundên derdorê 20 xwendekarên me yên 7-14 salî hene. Em di dawiya hefteyê saet di navbera 10:00-12:30 de perwedeyên muzîk, zimanê Kurdî, çand û boyaxkirinê didin xwendekaran û bi wan re dilîzin."
EM HEWL DIDIN ŞOPÊN DIBISTANÊN SÎSTEMÊ JÊ BIBIN
Yilmaz ragihand, ji bo şikandina rewşa tengav a dibistanên sîstemê, ew li Dibistanên Çand û Hunerê yên Gundan, hin çalakiyan lidar dixin û got, "Bi taybetî, divê malbat di vî warî de bi hesasî tevbigerin. Ji ber ku zexta di dibistanên sîstemê de li zarokan tê kirin, ne kêm e. Zarok bi mejiyê hevrikiyê, neçar tên hiştin timî li ser dersan bisekinin. Bifikirin; zarokên 6-7 salî yên diçin pola 1. bi testan digerin. Ji ber vê yekê, em ji bo jiyana zarokên xwe di nava hewldanan de ne. Em hemû dizanin, kesên zarokatiya xwe bi têrkerî nejîn, nabin kesayetên çêker. Em bang li malbatên xwe dikin, ku ji bo jîndarkirina çanda Kurd destekê bidin van dibistanan."