Li bajarokê Dadatê şerekî dijwar diqewime
Piştî ku şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê xwe gihandin taxa destpêkê ya bajarokê Dadatê, di navbera wan û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar destpê kir.
Piştî ku şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê xwe gihandin taxa destpêkê ya bajarokê Dadatê, di navbera wan û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar destpê kir.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ketin nava taxa destpêkê ya bajarokê Dadatê, ku di navbera Minbic û Cerablûsê de cih digire. Piştî ku şervanan xwe gihandin bajarok, di navbera wan û çeteyên DAIŞ'ê de li taxa destpêkê ya bajarok şerekî dijwar destpê kir.
Pêngava "Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla" ya ji bo rizgarkirina Minbicê di roja 6. de ye.
Di çarçoveya pêngavê de şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê xwe gihandin bajarokê Dadatê û li taxa destpêkê ya vî bajarî şerekî dijwar destpê kir.
Eger ev bajarokê bi 10 kîlometreyan li bakurê Minbicê ye ji çeteyên DAIŞ'ê were paqijkirin, wê têkiliya çeteyan a navbera Minbic û Cerablûsê qut bibe.