Operasyona Minbicê gav bi gav ber bi serketinê ve diçe
Operasyona Şehîd Feysal Ebû Leyla ya ku bi armanca rizgarkirina bajarê kevnar Minbic û hawirdora wê hat destpê kirin bi hemû hêza xwe bê navber dewam dike.
Operasyona Şehîd Feysal Ebû Leyla ya ku bi armanca rizgarkirina bajarê kevnar Minbic û hawirdora wê hat destpê kirin bi hemû hêza xwe bê navber dewam dike.
Operasyona Şehîd Feysal Ebû Leyla ya ku bi armanca rizgarkirina bajarê kevnar Minbic û hawirdora wê hat destpê kirin bi hemû hêza xwe bê navber dewam dike. Her roj hin gund û gundikên nû ji bin dagirkeriya çeteyên hov û qirêj tên derxistin. Di nav wan gundan de bi hezaran şenî hatin rizgarkirin.
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di 2'ê Nîsana 2016'an de ji aliyê zarokên Minbicê yên Ereb, Kurd, Ermen û Tirkmenan hat damezrandin. Armanca wan a sereke jî xwişk û dayikên xwe ku rojane di bin zilm û tarîtiya çeteyan de êş dikişandin xilas bikin bû. Sedema duyemîn a avakirina meclîsê jî bangawaziya gelên herême yên bûne hedefa kiryarên hovanê çeteyan. Wekî zarokê van gelan çûyina hawara xizm û mirovên xwe erkekî dîrokî û yê namûsê bû.
ÇI GIRÎNGIYA BAJARÊ MINBICÊ HEYE
Bajarê Minbic aliyê erdnigariye de cihêkî gelek stratejîk e. Dîroke wê digihe 4 hezar salan. Dîsa ev der wekî keskasora neteweyan bi hezaran sal di herêmê de dewlemendiyek çêkiriye. Hem ji aliyê aboriyêve, hem ji aliyê rêveberiyê, hem jî ji aliyê çandê ve bûye navendeke gelan. Ev taybetmendiyên vir hiştin ku li gor herêmên din hîn zedetir berbixwe bimîne û ji serî netewîne li dijî dagirkeran. Lê hêzên dagirker ti car ev yek nepejirandin û her xwestin li vir serdestiya xwe ava bikin. Lewma ji rejîma BAAS bigre heta çeteyên hov ên DAIŞ'ê hemû hêzên tarî xwestin bi zilm û zordarî bajêr û gundên hawirdora wê bixin nava pencê xwe yê bi xwîn.
ÇETE VÊ HERÊMÊ ÇAWA BI KAR TÎNIN
Minbic di 22'ê Çileya 2014'an de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat dagirkirin û navê bajêr kirin bihûşta fedaiyan. Ji vî bajarî êrîş birin ser Girê Spî Ebyad, Kobanê û bakurê Helebê. Dîsa hemû êrîşên xwe yên di welatên xerbî de pêkanîn ji vir rêxistin dikirin. Minbic ji bo çeteyan wekî navendekî leşkerî, Reqqa jî wekî navendeke siyasî tê bi nav kirin. Dîsa bi rêya Cerablûsê çeteyan hemû pêdiviyên xwe yên jiyanî, cebilxanê û tevlîbûnê mirovan digihandin Minbicê û li vir wekî navendekî belavkirina hemû tiştan hatibû tanzîmkirin.
Dîsa ji ber derdora bajêr herêmên çiya û daristan tê de zehf e, ji bo veşartina karên qirej ên çeteyan derfetek baş dide DAIŞ'ê. Di şikeftên vê herêmê hatiye çekirin de DAIŞ hem civînên xwe yên taybet lidardixist hem jî karên qirej wekî firotina jinan û karên fihûşê li vir tanzîm dikirin.