Endamekî Erka Xweparastinê li gundekî Kobanê jiyana xwe ji dest da

Fermandariya Giştî ya Hêzên Erka Xweparastinê nasnameya şervanekî xwe ku li gundewarê Kobanê jiyana xwe ji dest da, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Erka Xweparastinê bi daxuyaniyeke nivîskî ku li ser malpera xwe ya fermî weşand, nasnameya endamekî xwe yê li gundewarê Kobanê jiyana xwe ji dest da, eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di 3’ê Hezîranê de dema ku endamê me li gundewarê Kobanê erka xwe ya parastinê pêk tanî, di encama teqîna mayîneke çeteyên DAIŞ’ê li ser rê çandibûn de tevlî karwanê şehîdan bû. Endamê me Nîdal Ehmed bi şehadeta xwe efsaneya qehremanî û lehengiyê nivîsand.

Şervan Nîdal Ehmed bi xwesteka xwe tevlî Hêzên Erka Xweparastinê bû. Li gotinên kesên dixwazin Erka Xweparastinê li ber çavê ciwanan reş bikin guhdar nekir û ji dil xizmeta welat û xaka xwe dikir.

Em weke Fermandariya Giştî ya Hêzên Erka Xweparastinê soza xwe ya ku me daye gel û şehîdên xwe nû dikin. Em ê rêça şehîdên xwe heyanî dilopa dawî ya xwîna xwe bişopînin.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Nîdal Ehmed
Navê dayikê: Şemse
Navê bav: Yûsif
Dem û cihê ji dayikbûnê: 1995/Qitniyê
Cih û dîroka şehadetê: Gundewarê Kobanê 3’ê Hezîrana 2016’an."