Nûnerên rêveberiya Rojava li Moskowayê bi karsazan re civiya

Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava li Moskowayê, bi karsaz û dikandarên Rojavayî re civiyan.

Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava li Moskowayê, bi karsaz û dikandarên Rojavayî re civiyan.

Di civîna li avahiya Nûnertiya Rojava ya li paytexta Rûsya Moskowayê de, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava li Moskowayê Rodî Osman û Reşat Bênav, nûnerê PYD'ê yê Rûsyayê Abdulselam Alî û karsaz-dikandarên Rojavayî amade bûn.

Di civînê de Rodî Osman şert û mercên giran ên gelên li Rojava dijîn nirxand û got, "Ambargoyeke gelekî giran li ser Rojava heye. Gelê me yê li derveyî welat dijî, dikare vê ambargoyê bişikîne. Girîng e Kurdistaniyên ji Rojava li her devera lê ne xwe bi rêxistin bikin û xwedî li şoreşa Rojava derkevin. Parastina van destketiyên bi xwîna bi hezaran şehîdan bi dest ketin, erka bingehî a me Kurdistaniyan e."

Nûnerê PYD'ê yê li Rûsyayê Abdulselam Alî jî işaret bi berxwedana hînê li Rojava tê meşandin kir û got, "Kurdên ku derbên giran li belayê serê cîhanê DAIŞ'ê xistin, têkoşîna xwe îro gav bi gav bi pêş de dibin û berê xwe dane Minbicê. Milîtanên Azadiyê yên kurd bi biryar in, heta DAIŞ'ê bi temamî ji xaka Kurdistanê biqewirîne, têkoşînê mezin bikin.  DAIŞ ne tenê li serê Kurdan bela ye, bûye belayê serê tevahiya cîhanê. Lê mixabin ji bilî Kurdan ti hêz û gel têkoşîneke cidî nameşîne. Em Kurd, bi yekîtiya xwe dikarin têkoşîna xwe bi pêş de bibin. Yekîtiya me, rêxistinbûyîna me wê dijberên me ji holê rake."

Di civînê de karsaz û dikandaran jî li ser mijarê nêrînên xwe parve kirin.

...