Çend agahî ji roja 5. a Pêngava Rizgarkirina Minbicê

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ber bi serketinê, ber bi azadiya Minbicê ve dimeşin. Di roja 5. a pêngavê de şervanan gelek gund û gundik ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ber bi serketinê, ber bi azadiya Minbicê ve dimeşin. Di roja 5. a pêngavê de şervanan gelek gund û gundik ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.

* Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê 2 gundên din li eniya Qereqozaxê ji çeteyan paqij kirin. Di encama şerekî dijwar de, saet di 08:45'an de gundê Refîa yê bi 13,5 kîlometreyan û gundê Ûm Îzam ê bi 11 kîlometreyan li rojavayê Çemê Firatê ne hatin rizgarkirin.

* Şervanên li eniya Tişrînê ji başûrojava û bakurrojava bi du baskan bi pêş de diçin, herêmên navbera xwe paqij kirin û danê êvarê gihaştin hev. Şervanên li her du baskan gundê Meqaliq Hesen Axa û 52 gundik rizgar kirin.

* Li eniya Qereqozaxê jî 2 gundik ji çeteyan hatin paqijkirin. Çeteyên li vê herêmê xwestin bi wesayîta bombebakirî êrîş bikin, negihaştin armanca xwe. Şervanan bi BKC wesayîta bombebakirî teqandin.

* Li baskê başûr, di xebatên lêgerînê yên li gundê Qebir Êmo û gundikê Tuwêlê de cenazeyên 6 çeteyan bi dest ketin. Her wiha 9 kilêş û 1500 guleyên wê, roketavêjek RPG (B7), yek BKC, 2 êlekê xwekujiyê, 4 bombeyên destan, demanceyek û 5 guleyên katyûşa hatin desteserkirin.

* Di xebatên lêgerînê yên li Girê Ûm Serrac de, cenazeyên 14 çeteyên di şer de hatin kuştin hatin dîtin û çek û cebilxaneyên wan bi dest ketin.

* Balafirên şer ên koalîsyonê jî 6 êrîş pêk anîn û di encame de 12 çete hatin kuştin. 2 motorsîklet jî hatin rûxandin.

* Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bajarokê Ebû Qelqel ê bi 13 kîlometreyan li rojhilatê Minbicê ye ji çeteyan paqijkirin. Bi vî rengî rêya stratejîk a navbear Minbic û Reqqayê bi temamî hat kontrolkirin.

* Di xebatên lêgerînê yên li vî bajarokê stratejîk de gelek çekên giran ên hatibûn veşartin, hatin dîtin.

* Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li eniyên Tişrîn û Qereqozaxê 4 gundên din ji dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin.

* Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji bo bîranîna endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Fermandarê Şems El Şemal Feysel Ebû Leyla daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand, pêngava Rizgarkirina Minbicê wê êdî bi navê "Fermandar Şehîd Feysel Ebû Leyla" were meşandin û ji bo bîranîna wî wê Minbic bê rizgarkirin.

* Heman piştî vê daxuyaniyê şervanan derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê xistin. Li eniya Qereqozaxê saet di 19:00 de gundên Xirbit Til Hisan, Mele Sead û Safiya ji çeteyan hatin paqijkirin.

* Li eniya Tişrînê hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di heman demê de gunê Qer'a ji çeteyan paqij kirin.

* Piştî ku ev gund hatin rizgarkirin, ji eniya Qereqozaxê 8 km, ji eniya Tişrînê jî 4-6 km ma şervan xwe bigihînin Minbicê.

SIVÎLÊN JI ÇETEYÊN DAIŞ'Ê HATIN RIZGARKIRIN, LI HERÊMÊN EWLE HATIN BICIHKIRIN

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, di dema operasyonên pêngava rizgarkirinê de sivîlan dibin herêmên ewle.

Şervan, piştî ku herêmên ji çeteyên DAIŞ'ê hatine rizgarkirin ji mayînan paqij dikin, sivîlan vedigerînin cih û warên wan. Gundiyên vedigerin gundê xwe, malavayiya şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dikin û kêfxweşiya xwe nîşan didin.

RÊVEBERIYA XWESER A DEMOKRATÎK GUNDÊN HATIN RIZGARKIRIN ZIYARET KIR

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, gundê Qebir Êmo yê ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hat rizgarkirin, ziayret kir.

Heyete ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê, bi gelê li gundê Qebir Êmo yê bi 4 kîlometreyan li rojavayê pira Qereqozaxê ye, hevdîtin kir.

Heyet ji Desteya Karên Derve Îbrahîm Kurdo, Hevseroka Şaredariya Gel Zehra Berkel û endamê Buroya Qanûndanînê ya ser bi Meclîsa Rêveber Şahîn El Elî û Mihemed Nûr pêk hat. Şêniyên gund heyet bi coşeke mezin li pêşiya gund pêşwazî kir.

ENDAMÊ MECLÎSA LEŞKERÎ YA MINBICÊ EBÛ LEYLA TEVLÎ KARWANÊ NEMIRAN BÛ

Fermandarê Pêngava Rizgarkirina Minbicê Feysel Ebû Leyla di 3'ê Hezîranê de li gundê Xefîet Ebû Qelqelê ji ber êrîşa bi topa hawanê bi giranî birîndar bû.

Ebû Leyla yê ji ber parçeyên şarapnelê ji serê xwe birîndar bû, tevî hemû hewldanên doktoran jî nehat rizgarkirin.

PÊNGAV WÊ BI NAVÊ 'FERMANDAR ŞEHÎD FEYSEL EBÛ LEYLA' DEWAM BIKE

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê da xuyakirin ku bi wefadariya bîranîna fermandar Feysel Ebû Leyla wê Operasyona Rizgarkirina Minbicê bi navê ‘Şehîd û Fermandar Feysel Ebû Leyla’ ve bidomînin.

Di daxuyaniya Meclîsa Leşkerî ya Bajarê Minbicê de ev hatin gotin:

"Di demeke ku şervanên me pêş dikevin û çeteyan ji Sûriyeyê dûr dixin de, fermandarên me jî bi xwîna xwe ya pîroz destanên lehengiyê dinivîsin. Bi lehengiya xwe dikevin deriyê şehadetê ku nirxê herî pîroz e. Ew di bîra dîrokê de cihê xwe digrin û bîranîna wan mayînde dibe. Ew ji bo me dibin ronahiya ku rêya me ronî dikin. Em jî li ser rêya wan dimeşin û armanc û hêviyên wan ên têkbirina çeteyan û paqijkiriana xaka xwe, pêk tînin.

Em weke nûçeya şehadeta Fermandar Feysel Seidûn (Ebû Leyla) yê ku di çeperên pêş ên Operasyona Rizgarkirina bajarê wî Minbic de birîndar bibû, radigihînin. Fermandar Ebû Leyla  piştî ku birîndar bû, ew rakirin nexweşxaneya Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê. Îro danê sibehê jî ew şehîd bû.

Şehîd û Fermandar Feysel Ebû Leyla yek ji kesên ku despêkê çek rakir û ji bo parastina gelê xwe, li hemberî sîstema Baas a desthilatdar, serî hilda. Ebû Leyla li çeperên Helebê fermandariya hêzên şoreşger ên ku li dijî hêzên rejmî şer dikirin, kir.

Ebû Leyla li Minbic, Cerablûs, Bab, Bendava Tişrînê û Kobanê, bi lehengî li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kiriye. Ew yek ji sembolên berxwedana Kobanê bû û bi rengekî çalak cihê xwe di şer de girt. Di wê berxwedanê de, piştî ku birîndar bû, careke din vegeriya Kobanê û beşdarî rizgarkirina gundên Kobanê, bajaroka Sirîn û Bendava Tişrînê bû.

Ebû Leyla damezrênerê Tabûrên Şems El-Şemal û di hemû şeran de fermandarê wê bû. Her wiha ew yek ji damezrêner û endamên Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bû.

Fermandar Ebû Leyla di amadekariyên Operasyona rizgarkirina Minbicê de avakirina Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de, roleke mezin lîst. Bi destpêkirina Operasyonê de jî serkêşiya şer kir.

Em weke Meclîsa Leşkerî ya Bajarê Minbicê ji bo wefadariya bi bîranîna Şehîd û Fermandar Feysel Ebû Leyla radighînin ku em ê Operasyona xwe ya ku hevalê me yê Şehîd yek ji fermandarê wê bû, bi navê Operasyona 'Şehîd û Fermandar Feysel Ebû Leyla' de bidomînin û Bajarê Minbicê û gundewarên wê  ji çeteyan rizgar bikin.

Em soz didin şehîdê xwe ku em ê operasyona li gorî plana ku wî jê re danîbû, bidomînin û em ê heta ku serketinê li tavahiya Sûriyeyê bidest bixin li ser şopa wî bin."