Geverî: Em piştgiriya hev bikin
Gelê Geverê hewl dide, şopên talan û wêranî yên ji aliyê hêzên dewletê ve piştî berxwedana xwerêveberiyê hat kirin, jê bibe. Geveriyên ji ANF'ê re axivîn banga piştgiriyê kirin.
Gelê Geverê hewl dide, şopên talan û wêranî yên ji aliyê hêzên dewletê ve piştî berxwedana xwerêveberiyê hat kirin, jê bibe. Geveriyên ji ANF'ê re axivîn banga piştgiriyê kirin.
Navçeya Colemêrg Geverê, piştî ragihandina xwerêveberiyê, bi pêkanînên "qedexeya derketina derve" hat şewitandin, hilweşandin û talankirin.
Gelek tax piştî şer hatin şewitandin. Şêniyên Geverê hewl didin birînên xwe bipêçe.
Gel bi derfetên xwe dest bi karê avakirinê kir. Pêwîstî bi malzemeyên înaşetê û konan heye.
Li ser mirovên li taxên veguherînen xirbe, koçberiya bi darê zorê tê ferzkirin. Zext li gel tê kirin, ku di berdêla dayîna kirêya wan de li derveyî Geverê bijîn. Lê Geverî bi biryar in ku navçeya xwe neterikînin.
Gelek malbatên li binê konên li hewşa xaniyên xwe vedane dijîn, hest û nêrînên xwe ji ANF'ê re vegotin.
EM Ê XAKA XWE NETERIKÎNIN'
Hatîce Tûnç diyar kir, ew bi hevjînê re xwe bi salan xebitî û piştî yanzdeh salan ev xanî çêkirine. Tûnç got, "Ji bo çêkirina vî xanî, min hewl da her karî bikim. Hînê jî deynê vî xanî heye. Bi tenê 3 mehan em karîbûn li mala xwe rûnên. Herî zêde ez li ber wê dikevim, ku bi dilrehetî em nikarin li mala xwe jî bimînin. Ti kes bi derdê me nizane. Kesekî xwedî li me derkeve, pereyê ku em karibin pê xaniyekî kirê bike, nîne. Nizanim bê em ê bi çi debara xwe bikin. Bi rastî jî em gelekî bêçare ne. Em ê vê derê neterikînin, em bi hev re Geverê ji nû ve ava bikin. Geverê ji bo her kesî li ber xwe da, lê kesî ji bo me tiştek nekir."
'HEMÛ SÛCÊ AKP'Ê YE'
Sezgîn Aydin jî da xuyakirin, ku li Geverê berxwedaneke mezin hat nîşandan û got, "Dixwazin gelê Geverê koçber bikin. Ji xerakirin û şewitandina malên xwe em vê fêm dikin. Dibêjin, 'em kirêya we bidin, hûn li cihekî din bijîn'. Em vê qebûl nakin. Li vê derê em bi dilrehetî dijiyan, beriya dewlet bê û êrîş bike. Eger li daxwazên gel bihata guhdarîkirin, wê ev rewş rû nedabûya. Eger pêvajoya çareseriyê nehatibûya qedandin. Ev hemû sûcê hikûmeta AKP'ê ye."
'EM LI BENDA PIŞTGIRIYA GELÊ XWE NE'
Alî Yalçin ragihand, mala wan bi temamî xera bûye, cihekî ew xwe lê bistirê nîne û got, "Li mala me çend perçe eşya man e, em hewl didin wan derxînin. Xaniyekî em kirê bikin nîne. Li her devera xaniyê me şopên fîşekan heye. Ez 30 salan xebitîm û min ev xanî çêkir. Mala me saxlem bû, piştî ku şer qediya hatin xera kirin. Li Geverê, zem li malên kirê hatiye kirin. Bila gelê me hinekî bi berpirsyarî rabe. Em piştgiriya hev bikin û vî bajarî ji nû ve ava bikin. Gelê Geverê gelekî hişyar û bi berpirsyarî tevdigere ye. Eger em bi hev re tevbigerin, wê poşmanî rû nede. Em li benda piştgiriya gelê xwe ne."
'DI EMRÊ XWE DE MIN CARA YEKÊ AZADÎ DÎT'
Sûltan Aksoy diyar kir, demên herî bedew ên emrê wê di nava du salên dawî de bû û anî ziman, wê cara yekê azadî jiya ye. Aksoy got, "Ciwanan wê azadî bafiranda, lê dewletê careke din êrîş kir. Niha jî dixwazin ev der were valakirin. Lê em bimirin jî em ê ji vir neçin. Em li ser vê xakê ji dayik bûn, em ê li vir bimirin. Her tiştên li malê şewitandine. Em ê li hewşê kon vedin û li vir bijîn. Eger em gelê Kurd bibin yek, em ê her tiştî bi ser bixînin. Ez êdî extiyar bûm e, ciwan wê azadiyê bînin. Min ev dît, ev besî min e."