Şervanên rêya Reqa-Minbicê xistin kontrolê

Di çarçoveya Operasyona Şehîd û Fermandar Faysal Ebû Leyla de şervanan rêya Reqa-Minbicê xistin kontrola xwe û li ser rê tên dîtin.

Di çarçoveya Operasyona Şehîd û Fermandar Faysal Ebû Leyla de şervanan rêya Reqa-Minbicê xistin kontrola xwe û li ser rê tên dîtin.

Rêya herî stratejîk a girêdana herî girîng a ji bo çeteyên DAIŞ’ê ya ku navbera Iraq û Sûriyeyê de ye, rêya Reqa-Minbicê, di roja 4. de şervanên Meclîsa Leşkerî yên Minbicê derbeyên giran li çeteyan xistin û rê xistin kontrolê.

Çeteyên DAIŞ’ê bi vê rêyê di xeta Mûsil- Dêre Zorê- Reqa- Minbicê- El Bab-Helebê de pêdiviyên lojîstîk, leşkerî û çeteyan peyda dikirin, bi Minbic-Ezaz- Cerablûs –Tirkiyeyê jî derbasî cihên din dibûn.

 

...