'Dema me ji bo şînê nîne'

Rûkeniya fermandarê Şems El Şemal û endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebû Leyla wê bi ti awayî neyê ji bîr kirin. Ji bo bîranîna wî, wê Sûriyeyeke demokratîk, Rojavayeke azad bê avakirin.

Di Pêngava Rizgarkirina Minbicê de, li gundê Ebû Qelqelê roja 3'ê Hezîranê ji ber êrîşa bi hawan û fuzeyan, endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û ji fermandarên Şems El Şemal Ebû Leyla ê parçeyên şarapnelê li serê wî ket, bi giranî birîndar bû û piştî demekê tevlî karwanê nemiran bû.

Ebû Leyla yê di sala 2011'an de bi rengekî aktîf cihê xwe di nava serhildana gelê Sûriyeyê de girt, piştî ku ev serhildan veguherî şerekî navxweyî yê bi xwîn, cihê xwe di nava têkoşîna azadî, edalet û wekheviyê de girt.

Wî di nava rejîma Baasê, di nava komên çete yên koalîsyona Sûriyeyê û di nava çeteyên DAIŞ'ê de cih negirt. Li hemberî rejîmê û van komên çete sekinî. Şerê xwe yê azadiyê mezin kir.

Ebû Leyla pêşengî ji avabûna Cephet El Ekrad û Şems El Şemal re kir.

Li dijî çeteyên DAIŞ'ê, weke yek ji fermandarên pêngavê, di nava operasyona rizgarkirina Minbicê de cih girt.

Ebû Leyla, di 3'ê Hezîranê de, li gundê Xefîet Ebû Qelqelê, ji ber topeke hawanê li nêzî wî ket, bi giranî birîndar bû. Ebû Leyla yê ji ber parçeyê şarapnelê yê li serî ket bi giranî birîndar bû, tevî hemû hewldanên doktoran jî nekarîbû bê rizgarkirin.

BAŞ E JI NIHA Û PÊ VE WÊ ÇI BIBE?

Ji bo pirsa 'Baş e ji niha û pê ve wê çi bibe?' bersiv dikare bi mînaka Kolombiyayê were dayîn.

Ji damezrînerên FARC-EP û lîderê wê Manûel Marûlanda Velez di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Hikûmeta Kolombiyayê jî, ji bo gel motîve bike û ji aliyê moralê ve serdest be, derewek kir û got, 'Lîderê FARC-EP Manûel Marûlanda Velez di encama êrîşa hewayî ya yekîneyên artêşa Kolombiyayê de hatiye kuştin'.

Lê belê, Tîmoleon Jîmênez ê hingî di nava fermandariya navendî ya FARC-EP de cih digirt, qeydeke vîdeo ya TeLeSuR TV re şand û ev derewa hikûmeta Kolombiyayê eşkere kir.

Piştî ku Manûel Marûlanda Velez jiyana xwe ji dest da, di encama nîqaşan de ji bo lîdertiya FARC-EP'ê Alfonso Cano hat wezîfedarkirin. Alfonso Cano di nava FARC-EP de xwedî girîngî û wateyek cuda bû. Alfonso Cano ne tenê lîderek bû, di heman demê de rewşenbîrek, entelektûelek û gerîla û fermandarekî li çiyayên Kolombiyayê bû.

Alfonso Cano piştî mirina ji damezrînerên FARC-EP û îdeologê sereke Jacobo Arenas, bû îdeologê sereke yê rêxistinê. Ji ber vê yekê piştî mirina Velez ew bû lîderê FARC-EP.

Vê rewşê hikûmta Kolombiyayê xist nava tirs û fikaran. Ji ber ku FARC-EP a bi lîdertiya Alfonso Cano wê biketa nava dema ji nû ve avakirinê. Ji xwe welê bû.

Otorîteya li ser komên gerîla yên li eniyan belav bûyî, bi giranî pêk hat. Piştre di navbera du tevgerên mezin ên gerîlayên li Kolombiyayê ELN û FARC-EP de hevrikiya stratejîk, şerê navbera her du rêxistinan bi deklarasyoneke hevpar ji holê hat rakirin û di vî warî de peymanek hat morkirin.

Di vê demê de FARC-EP ji aliyê siyasî û leşkerî ve xurtir bû. Her wihat tevlîbûna li nava refên FARC-EP zêde bû. Hikûmeta Kolombiyayê ya ev rewşa li nava FARC-EP ji nêz ve dişopand, weke hedefa yekemîn; tinekirina Alfonso Cano danî pêşiya xwe.

Ji xwe di 4'ê Mijdara 2011'an de bi desteka DYA, yekîneyên artêşa Kolombiyayê tevî bi hezaran leşkeran û çekên ji teknolojiya dawî operasyonek da destpêkirin û di encama vê operasyonê de li daristanên Caûcayê lîderê FARC-EP Alfonso Cano qetil kir.

Bi vê serxweşiya 'serketinê' Serokdewletê Kolombiyayê Jûan Manûel Santos banga teslîmbûnê li gerîlayan kir. Banga çekdanînê û belavkirina rêxistinê li FARC-EP kir. Di heman demê de gef dixwar ku eger ev yekê kirin wê dawiya hemû gerîlayan mîna Alfonso Cano 'ya goristan, ya mirin be'.

Bersiva ji eniya FARC-EP hat, dereng nema. Piştî ku fermandar Alfonso Cano hat qetilkirin, FARC-EP mesajek ji tevahiya cîhanê re şand û ev bersiv da gef û bangan:

"Li Kolombiyayê, ne cara yekê ye ku şîna yek ji lîderên mezin ên bindestan tê girtin. Her wiha ne cara yekê ye, ku cihê wan bi bawerî, cesaret û wêrekiyê tê dagirtin. Li Kolombiyayê, aştî bi çekdanîna gerîla yan jî teslîmbûna gerîla nabe. Kengî sedemên rûdana serhildanê ji holê hatin rakirin, hingî aştî pêkan e. Ev yek xeteke polîtîk e û wê dewam bike..."

Piştî vê mesajê, di encama nîqaşên li nava FARC-EP de, ji fermandarên navendî Tîmoleon Jîmenez weke lîderê FARC-EP hat wezîfedarkirin. FARC-EP bi şiyara "Jiyan bi temamî şer e. Ji bo miriyên xwe deqeyeke me nîne ku em şînê bigirin..." xwe ji bo dema nû amade kir.

ŞIYAR 'JI BO GIRTINA ŞÎNA MIRIYÊN XWE, DEQEYEK JÎ NÎNE'

Bersiva şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî ev şiyar e: Jiyan bi temamî şer e. Ji bo miriyên xwe deqeyeke me nîne ku em şînê bigirin.

Girîng e biryardarî, vîn, daxwaz û şervaniya fermandar Ebû Leyla, bi serketina 'Pêngava Rizgarkirina Minbicê' were tacîdarkirin.