Doza 5'ê Hezîranê rakirin Enqereyê

Doza li ser êrîşa bombeyî ya li hemberî mîtînga HDP'ê ya beriya hilbijartinên 7'ê Hezîranê li Amedê pêk hat, bi bahaneya "ewlekariya cemaweriyê" radestî Dadgeha Cezayê Giran a Rojava ya Enqereyê hat kirin.

Di 5'ê Hezîrana 2015'an de, di mîtînga HDP'ê ya li Amedê de êrîşeke bombeyî hatibû kirin û di encamê de 5 kesan jiyan xwe ji dest dabûn, zêdeyî 400 kes birîndar bûbûn.

Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ev doz rakir Enqereyê. Alîkarê Serdozgerê Komarê ya Dadgeha Bilind, biryara xwe ya di vî warî de roja 1'ê Hezîranê ji 5. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê re şand.

Hevseroka Komeleya Hiqûqnasan a Mezopotamyayê Gulşen Ozbek ku dozê dişopîne anî ziman, rakirina dozê dozê ji bo bajarekî din, pêşî li azadiya mexdûran a lêgerîna li maf digire.

Ozbek got, "Ez bawerim, hinceta ewlekariya cemaweriyê hînê zelal nebûye. Lêpirsîn ji xwe ji mexdûran veşartî tê meşandin. Niha jî wê darizandinê, bêyî mexdûran bimeşînin."

Ozbek da xuyakirin, ku ew ê dest ji vê dozê bernedin û bişopînin.