Gundê Qîratê û 20 gundik hatin rizgarkirin

Di çarçoveya Operasyona Fermandar Şehîd Ebû Leyla de gundê Qîrat û 20 gundên din ji DAIŞ'ê hatin paqijkirin.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, di çarçoveya operesyona Fermandar Şehîd Feysel Ebû Leyla de, gundê Qîrata mezin ku dikeve eniya Tişrînê û 18 km dûrî bendava Tişrînê ye, ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Tevî vî gundî 20 gundikên din jî hatin rizgarkirin.

Piştî ku şervanan gund rizgar kirin, wesayîteke mayinkirî ku çeteyan amade kiribûn teqandin.

Di encama şerê rizgarkirina gund de, 13 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. Her wiha şervanan 3 çekên kilaşnîkov, 4 bombeyên destan û doçkayek bidest xistin.