KURDISTAN
Gerîlayên HPG û YJA Starê di salvegera 44'emîn a Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê de diyar kirin ku îradeya ji pola ya li zindanê îro li çiyan dewam dike û gotin: "Em şopdarên herî dilsoz ên vê mîrateyê ne."
KCK'ê di şexsê berxwedêrên 14'ê Tîrmehê de şehîdên zindanan bi minet û hurmet bi bîr anî û got, "Em di wê baweriyê de ne ku Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a demokratîk ku hesreta wan bû, em ê bi felsefeya wan a jiyan û têkoşînê pêk bînin."
Li Iraqê nîqaşên li ser entegrasyona komên çekdar dewam dike. Daxuyaniya 'Şengal wê di nava sê mehan de bikeve bin kontrola hêzên ewlekariyê yên Iraqê' fikarên li ser Peymaneke nû ya 9'ê Cotmehê bi xwe re anî, ku îradeya Êzidiyan tine dihesibîne.
Gerîlayên Tevgera Apoyî Denîz Mêrdîn û Zafer Dutax diyar kirin ku ruhê berxwedana 14’ ê Tîrmehê 44 sal e bi rengekî geş dewam dike û û her ku biçe wê geş bibe.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok ragihand ku çalakiya şewitandina çekan a 11'ê Tîrmeha 2025'an sembola guherîna stratejîk e û diyar kir ku li gel sala di ser re derbas bû jî dewletê ji bo pêşvebirina pêvajoyê gavên şênber neavêt.
Hemû Nûçe
-
Hozat: Yekîtiya Neteweyî wê bibe wesîleya azadiyê
"Em kongreyeke neteweyî pêk bînin; bila hemû rêxistin, partî û hêzên Kurd di nav de cih bigirin, pirsgirêkên xwe nîqaş bikin, li cihekî bigihêjin hev û yekîtiya xwe ava bikin. Yekîtiya neteweyî ya li çar parçeyan wê bibe wesîleya azadiya Kurdan."
-
-
Li Şedadê û Şêxlerê 18 kuştî
Çeteyên DAIŞ'ê hewl dan ku êrîşî çeperên QSD û YPG'ê yên li Şedadê bikin. Di encama bersiva şervanên QSD û YPG'ê de 10 çete hatin kuştin.
-
-
-
-
Gundê Ûmrûs û Abdulrezzaq Casim...
Abdulrezzaq Casim ê 75 salşî li gundê Ûmrûs ê Minbicê dijî got, "Şervanên ev der ji DAIŞ'ê paqij kirin, bi rêzdarî nêzî me bûn. Dest nedan mal û canê me. Xwede ji wan razî be."
-
-
-
-
-
-
Gundiyên Minbicê: Zarokên me em ji DAIŞ'ê rizgar kirin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ku li ser daxwaza gelê Minbicê dest bi pêngava rizgarkirinê kirin û dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê gav bi gav dişikînin, ji aliyê gundiyên Minbicê ve bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin.
-
-
Gav bi gav ber bi Minbicê ve
Operasyona Meclîsa Leşkerî ya ji bo paqijkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê, dewam dike. Operasyona ji du baskan ve destpê kiriye, di çarçoveya plana hatiye kirin de tê meşandin.
-
-
-
-
Ji bo Bartin li Wanê mewlûd
Ji bo gerîlayê HPG’ê Davût Bartin (Brûsk Cîlo) ê piştî di şerê li bejahiya navçeyên Payîzava û Artemêtê birîndar bû, li Ava Donemeçê jiyana xwe ji dest da, li Wanê mewlûd hat dayîn.
-
Şahid: Polîs, bi zanebûn Nîhat Kazanhan kuşt
Di rûniştina 7'emîn a doza Nîhat Kazanhan ê 12 salî ku li Cizîrê ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin de şahid Îdrîs Sayaca diyar kir ku polîsan, zarok kiriye hedef, 3-4 caran gule berdayê. Doz taloqî 12'ê Tebaxa 2016'an hate kirin.
-
-
-
Birayê Kulter: Aqûbeta birayê min ronî bikin
Birayê rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hûrşît Kulter Ebûbekîr Kulter, li meclîsê bang li hikûmetê kir û got: "Aqûbeta birayê min eşkere bikin. Bila demek beri demekê heyeta lêkolînê, bê avakirin û biçin Şirnexê lêkolîn bikin. "
-
-