BI DÎMEN

Gundê Neîmiyê hate rizgarkirin

Hêzên Minbiçê, gundê Neîmiyê yê li rojavayê çemê Feratê rizgar kirin.

Hêzên Minbiçê, gundê Neîmiyê yê li rojavayê çemê Feratê rizgar kirin.

Operasyona Rizgarkirina Minbicê ya ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li dijî çeteyên DAIŞ’ê dimeşîne, bi pêş ve diçe.

Di roja 3’yemîn a operasyonê de, şervanên Minbicê saet nêzî 16.25’an gundê Neîmiyê yê li eniya Tişrînê ye û 9 kîlometreyan dikeve rojavayê Çemê Feratê paqij kirin.

Di encama şerên giran ên ku çeteyêan derbeyên mezin xwarin de têkîlîdarî hejmara mirî û birîndarên çeteyan de agahiyên şênber nehatin girtin.

Şervanan li gund dest bi xebatên lêgerîn lêkolînê kirin.