Ji bo Bartin li Wanê mewlûd

Ji bo gerîlayê HPG’ê Davût Bartin (Brûsk Cîlo) ê piştî di şerê li bejahiya navçeyên Payîzava û Artemêtê birîndar bû, li Ava Donemeçê jiyana xwe ji dest da, li Wanê mewlûd hat dayîn.

Ji bo gerîlayê HPG’ê Davût Bartin (Brûsk Cîlo) ê piştî di şerê li bejahiya navçeyên Payîzava û Artemêtê birîndar bû, li Ava Donemeçê jiyana xwe ji dest da, li Wanê mewlûd hat dayîn.

Di mewlûda li Mala Şînê ya Suphan Telbaşi de endamên Meclîsa HDP’ê Abdulmelîk Okyay, Wekîlên Hevserokên DBP’a Wanê Nazmiye Acar, Metîn Kûtaz, Hevserokên HDP’a Wanê Yakûp Ataş, Gulîstan Orhan, Hevserokên MEYA-DER û TÛYAD-DER’ê yên Wanê, aktîvîstên KJA, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gel amade bûn.

‘GELÊ KURD BER BI SIBEROJÊN AZAD DIMEŞE’

Piştî dua û rêzgirtinê, Hevseroka MEYA-DER’ê ya Wanê Nerîman Ûrar axivî, got gelê Kurd bi yekgirtin û yekîtiyê ve wê azadiya xwe bi dest bixe. Ûrar diyar kir ku canên tên dayîn êşê didin, lê yên mirinê li ser Kurdan ferz dikin wê teqez têk biçin, got: “Bi zilmê rehetî çênabe. Wê Erdogan vê bibîne.”

Wekîlê Hevserokên DBP’a Wanê Metîn Kûtaz jî bi bîr xist ku gelê Kurd berdêlên giran daye û êşên wê giran in, lê ji têkoşîna xwe nagere. Kûtaz bal kişand ku daxwazên Kurdan mirovî û maqûl in, destnîşan kir ku gelê Kurd ber bi siberojên azad ve dimeşe.

Herî dawî xizmên gerîlayê HPG’ê Bartin axivî, diyar kirin ku ji bo gelê Kurd azadî nêz e, ji bo yên tevlî mewlûdê bûne jî spasiyên xwe pêşkêş kirin.