Di roja 3. a Pêngava Rizgarkirina Minbicê de çi qewimîn?

Pêngava Rizgarkirina Minbicê, ku di 1'ê Hezîranê de ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hat destpêkirin, dewam dike.

Pêngava Rizgarkirina Minbicê, ku di 1'ê Hezîranê de ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hat destpêkirin, dewam dike.

* Di navbera hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbice û çeteyên DAIŞ'ê de, sibeha roja sêyemîn şerekî giran destpê kir û bi dijwarî dewam kir.

* Di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên ji aliyê Bendava Tişrînê ve di pêş de diçin û çeteyên DAIŞ'ê de li gundê Hesen Axa Tehtanî danê sibehê şer derket. Şer bi dijwarî dewam kir.

* Piştî şerekî giran şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê gundê Cosa yê 13 kîlometre li rojavayê Çemê Firatê ye, saet di 07:10'an de ji çeteyan paqij kirin.

* Di şerê dijwar ê li gundê Cosa de 12 çete hatin kuştin, tevî 5 cenazeyan gelek çek û cebilxaneyên çeteyan ketin destê şervanan. Çeteyên derba giran xwarin, dema direviyan gundiyek birîndar kirin.

* Hêzên Minbicê gundek û girekî din ê stratejîk ên li rojavayê Çemê Firatê, ji çeteyan paqij kirin.

* Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê girê Seracê yê li eniya Tişrînê bi dest xistin.

* Di vî şerê 13 kîlometreyan li rojavayê Çemê Firatê ye de, yek jê serçete 13 çete hatin kuştin. Bataryayeke topa hawanê jî ji aliyê şervanan hatin desteserkirin.

* Li eniya Qereqozaxê ya Pêngava Rizgariya Minbicê jî, li rojavayê gundê Qebir Êmo danê sibehê şerekî dijwar qewimî. Di encama vî şerê saetekê dewam kir de gundê Meqbelet Hesen Axa hat rizgarkirin. Wesayîteke çeteyan a doçka li ser a li gund hat rûxandin.

* Gundiyên li herêmê destekeke xurt didin şervanan û tevî wan li dijî çeteyan şer dikin.

* Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, gundê Neîmiyê yê 9 kîlometre li rojavayê Çemê Firatê ye, saet di 16:25'an de ji çeteyan hat paqijkirin.

* Der barê kuştî û birîndarên çeteyan ên li vî gundî de agahiyeke zelal bi dest neket. Şervanan li gund dest bi karê lêgerîn û paqijkirinê kirin.

* Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ku gav bi gav xwe nêzî bajêr dikin, gundê Qebir Êmo jî ji DAIŞ'ê paqij kirin. Şervanan ev gundê bi 4 kîlometreyan li rojavayê pira Qereqozaxê ye, saet di 17:30 de paqij kirin.

* Çeteyên neçar man birevin, xwestin bi du wesayîtên bombebarkirî êrîşeke întixarî bikin, lê şervanan ev hewldanên êrîşê pûç kirin. Her du wesayîtên bombebakirî bêyî bigihêjin hedefên xwe, ji aliyê şervanan ve hatin teqandin.

* Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, herêmên çeteyên DAIŞ'ê jinên revandibûn lê digirtin û cihê weke fûhûşê bi kar danîn, ji çeteyan paqij kirin.

* Cihê ku çete weke fûhûşê bi kar danîn, di nava daristanek li quntara girekî bi 10 kîlometreyan dirêj ê li rojavayê bendava Tişrînê ye.

KOÇBERÊN JI MINBICÊ: BAJARÊ ME WÊ DI DEMEKE KURT DE AZAD BIBE

Koçberên ji Minbicê li ser Pêngava Rizgarkirna Minbicê axivîn û diyar kirin, ew ê bi rizgarkirin û paqijkirina bajarê xwe ji çeteyên DAIŞ'ê, kêfxweş bin.

Koçberên ji zilma çeteyên DAIŞ'ê reviyan e û hatine kampa Miştenûrê ya Kobanên dan xuyakirin, ku ew hêvîdar in di demeke nêz de karibin vegerin bajarê xwe.

Koçeran ragihandin, ew bi şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê piştrast in, ku wê Minbicê ji ADIŞ'ê paqij bikin û di dema herî nêz de vegerin Minbicê.