Li Şedadê û Şêxlerê 18 kuştî
Çeteyên DAIŞ'ê hewl dan ku êrîşî çeperên QSD û YPG'ê yên li Şedadê bikin. Di encama bersiva şervanên QSD û YPG'ê de 10 çete hatin kuştin.
Çeteyên DAIŞ'ê hewl dan ku êrîşî çeperên QSD û YPG'ê yên li Şedadê bikin. Di encama bersiva şervanên QSD û YPG'ê de 10 çete hatin kuştin.
Danê vê sibehê saet di 05:00 de, komek ji 10 çeteyan ji nuqteyeke 4 kîlometre li rojhilatê gundê Ezawî êrîşî du bendên hêzên YPG û QSD'ê yên li navbera Şedadê û gundê Ezawî kirin.
Li ser vê yekê şervanên YPG û QSD'ê bersiv dan û 5 çete hatin kuştin. 5 çeteyên mayî jî, ku dor li wan hatibû girtin, teqemeniyên li ser xwe teqandin û mirin. Di şer de 2 şervan bi sivikî birîndar bûn.
Çete bi çekên giran heremê bombebaran dikin.
Çeteyên ku li Minbicê têk diçin û nikarin xwe li wir bigirin, hewl dan ku êrîşî bajarokê Şêxler ê Kobanê bikin. Lê şervanên YPG'ê bersiv dan û li vir 8 çete hatin kuştin.