Girtiyên PKK û PAJK’î li dijî tecrîd û qirkirinê dikevin tevgerê
Girtiyên PKK û PAJK’î li hember tecrîd û qirkirinê dan xuyakirin ku wê dest bi çalakiyan bikin.
Girtiyên PKK û PAJK’î li hember tecrîd û qirkirinê dan xuyakirin ku wê dest bi çalakiyan bikin.
Li ser navê girtiyên PKK û PAJK’î Denîz Kaya têkîldarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkanînên qirkirinê yên li Kurdistanê daxuyanî da.
Kaya diyar kir ku di navenda polîtîkaya îmha û înkarê de tecrîd heye, xwest ku CPT’ê encamên lêkolînên xwe yên li Îmraliyê bi raya giştî re parve bike.
Li gor daxuyaniya Kaya, girtî heta 15’ê Hezîranê wê bi nameyê xwe bi awayekî fermî serî li CPT’ê bidin, ji bo eşkerekirina rapora Îmraliyê wê çalakiyan li dar bixin.
Kaya bal kişand ser qirkirinên li Kurdistanê jî, diyar kir ku saziyên navneteweyî li beramberî vê hovîtiyê bêdeng dimînin. Kaya bang li NY kir ku ji bo ev qetlîama eşkere neyê nixumandin, wezîfeyên xwe bi cih bînin û ji NY xwest ku heta 15’ê Hezîranê heyetekê bişînin Kurdistanê, qetlîaman di cih de lêkolîn bikin.
Girtî, wê di vê mijarê de daxwazên xwe yên bi îmze bişînin NY’ê re.
Di dawiya daxuyaniyê de banga mezinkirina têkoşînê hate kirin.