Gundiyên Minbicê: Zarokên me em ji DAIŞ'ê rizgar kirin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ku li ser daxwaza gelê Minbicê dest bi pêngava rizgarkirinê kirin û dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê gav bi gav dişikînin, ji aliyê gundiyên Minbicê ve bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin.
MAHÎR YILMAZKAYA
TIŞRÎN
şemî, 4 pûşperê 2016, 08:04
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ku li ser daxwaza gelê Minbicê dest bi pêngava rizgarkirinê kirin û dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê gav bi gav dişikînin, ji aliyê gundiyên Minbicê ve bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin.
Pêngava Rizgarkirina Minbicê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ji 1'ê Hezîrana 2016'an û vir ve bi lez û bez dewam dike.
Gundiyên li gund û gundikên ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatine rizgarkirin dijîn, piştî ku herêm ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin li jiyana xwe ya asayî vegeriyan.
Gundiyan destnîşan kirin, ku şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê zarokên wan e û gotin, "Zarokên me em ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin."
Gundiyên Halûle, Til Êrîş û Sikawiyê yên li bakurrojavayê bendava Tişrînê diyar kirin, çeteyên DAIŞ'ê ew weke mertalên zindî bi kar anîne û bi vê rêyê ji gund reviyan e û beşek ji yên reviyan e ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatine bêbandorkirin.
Şervanên ev gund ji çeteyan paqij kirine, ji bo jiyan li rewşa asayî vegere, di nava hewldanên berfireh de ne.
Ekîbên pispor ên ser bi Meclîsa Leşkerî ya Minbice ve, mayînên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve li nava gundan û derdora wan çandine, radikin. Şervan jî teqemeniyên çeteyên DAIŞ'ê li malan bi cih kirine tespît dikin û hewl didin gundan ewle bikin.
Gundiyan dan xuyakirin, ku çeteyên DAIŞ'ê her der talan kirine, lewma pêwîstiya wan bi pêdiviyên jiyanî heye û şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî hewl didin bersivê bidin van pêwîstiyên gundiyan.
Şervan ji gundiyan re av û xwarinê tînin. Ekîbên tenduristiyê jî xizmeta tenduristiyê pêşkêşî gundiyên pêwîstiya wan bi lezgînî bi dermankirinê heye, dikin.
Gundî malavayiya şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dikin, ku ew ji zilma çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirine.