Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Amedê xwest di 5'ê Hezîranê de bi şiyara "Berxwedana demokratîk a li dijî darbeyê" li Meydana Stasyonê mîtîngê lidar bixe. Lê belê Walîtiya Tirk a li Amedê mîtîng qedexe kir. Der barê vê qedexeyê de li avahiya partiyê civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Di civîna çapemeniyê de ku Hevserokên HDP'ê yên Bajêr Gulşen Ozer û Cabbar Leygara lê amade bûn de, endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Omer Onen peyivî. Onen nerazîbûn nîşanî qedexekirina mîtîngên HDP'ê yên Îzmîr, Edene û Amedê ji aliyê walîtiyan ve da û got, "Gelê me wê li hemberî vê yekê bêdeng nemîne, wê dengê xwe bilind bike. Em ti qedexeyan qebûl nakin. Em ê heta dawiyê xwe bigihînin gelê xwe."
Onen da xuyakirin, ku beriya mîtîngê wê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş bi awayekî girseyî were pêşwazîkirin û destnîşan kir, tevî hemû qedexe û astengiyan jî mîtîng wê pêk were.
Onen bang li Amediyan kir, ji bo tevlî mîtîngê bibin û got, "Tevî gelê xwe em ê xwedî li ziman, dîrok, xweza, vîn û erdnîgariya xwe derkevin. Em ê bi coşeke mezin, bi ruhê Newrozê mîtînga xwe lidar bixin."
Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Amedê Gulşen Ozer jî ji b mîtînga 5'ê Hezîranê banga tevlîbûnê li gelê Amedê kir û got, "Ti qedexe wê nikaribe bikeve navbera me û gelê me."
Hevserokê HDP'ê yê Cabbar Leygara jî got, "Qedexekirina mîtînga partiyeke ku mûxalefeta rasteqîn li meydanan dike, ne ya qebûlkirinê ye. Ti hêz nikare me û gelê me ji hev qut bike."
Mîtînga HDP'ê wê sibe saet di navbera 17:00-19:00 de li ber avahiya HDP'ê ya Bajarê Amedê pêk were.