Gav bi gav ber bi Minbicê ve
Operasyona Meclîsa Leşkerî ya ji bo paqijkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê, dewam dike. Operasyona ji du baskan ve destpê kiriye, di çarçoveya plana hatiye kirin de tê meşandin.
Operasyona Meclîsa Leşkerî ya ji bo paqijkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê, dewam dike. Operasyona ji du baskan ve destpê kiriye, di çarçoveya plana hatiye kirin de tê meşandin.
Operasyona Meclîsa Leşkerî ya ji bo paqijkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê, dewam dike. Operasyona ji du baskan ve destpê kiriye, di çarçoveya plana hatiye kirin de tê meşandin.
Ji bo rizgarkirina Minbicê, baskê ji xeta Tişrînê ketiye nava tevgerê, herêmeke berfireh daye ber xwe. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya li ser vê xetê dimeşin û şervanên QSD'ê yên piştgiriyê didin wan, herêmeke berfireh a navbera bajarokên Tişrînê û bajarên Minbicê kontrol kirine. Şervanên li aliyê Qereqozaxê jî bi botan di ser Çemê Fratê re derbas bûn, herêma bakurê Minbicê kontrol kirine û bi vî rengî barê xeta yekemîn sivik kirine.
Ji aliyê erdnîgarî ve ev herêma Tişrînê ya heta Minbicê, ji Kobanê hinekî cudatir e. Li vê erdnîgariya dûz, girên li ser herêmê serdest in, hene. Herêma ji çiya û giran a li rojhilatê Firatê, piştî çend kîlometreyan dibe deşteke dûz. Lê belê ji aliyê rojava yê Çemê Firatê heta Minbicê, her der deşt û gir in. Dora her girî bi darên çamê girtî ne. Li deşta heta Minbicê jî, darên zeytûnê, mêwên rezan û bexçeyên gundiyan hene.
Operasyona Rizgarkirina Minbicê ya di 1'ê Hezîranê de destpê kir, çar roj li dû xwe hişt. Operasyona li quntarên Tişrînê destpê kir, beşeke girîng a gundên Minbice ji çeteyan paqij kir, yên mayî jî dorpêç kiriye û hemû girên li dora gundan kontrol kiriye.
Lewma êdî şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û şervanên QSD'ê, li xaka Minbicê şer dikin. Şervan bi qasî 4-5 kîlometreyan nêzî bajarê Minbicê ne. Şervanan deşt kontrol kirine. Herêmeke ji 20 kîlometreyî ya ji bajarokê Tişrînê destpê dike, bi temamî ketiye destê şervanan. Xeta Qereqozaxê jî di çarçoveya plana hatiye kirin de bi qasî 6-7 kîlometre ji Çemê Firatê derbas bûye.
Di vê operasyonê de li vê herêma ji çeteyan hatiye paqijkirin gelek gundên biçûk û mezin hene. Gundê Hesen Axa yê bakur û başûr û gundikê bi heman navî ji çeteyan hatine paqijkirin. Wekî din, di serî de Xirbeterûs, Xirbetîlaşir, Ciba Şamê, Galgalê û Naîmiye gelek gund ji çeteyan hatine paqijkirin. Bi vê pêşdeçûnê re şervanan bi qasî 4-5 kîlometreyan xwe nêzî bajêr kirne û êdî bajêr bi çav dibînin. Li aliyê başûr jî, gundê Minbic-Tebqa û Reqqayê, kêm ma ye bikeve bin kontrola şervanan. Şervanên Meclîsê bi qasî 2 km nêzî vê rêyê ne.
Ji encamên heta niha derketiye holê tê dîtin, ev operasyon wê dawiyê li zilma DAIŞ'ê ya li vê xakê bîne. Li dû operasyonê, heta niha cihekî gelekî berfireh ê ji çeteyan hatiye paqijkirin, heye. Ev herêm di hemand emê de ji bo şêniyên van gundên çar roj in di nava şer de ne, weke herêmeke ewle gelekî girîng e. Di dema şer de, ya ku dibe sedem şervan bi hesasiyeteke mezin tevbigere, ewlekariya can û malê gelê herêmê ye, ku çete wan ji xwe re weke mertal bi kar tînin. Şervanên Minbicê yên dor li gundan girtine, di destpêkê de hişyarî dan gel û kirin ku gundî ji herêmê derkevin. Çeteyên DAIŞ'ê ev rewş ji xwe re weke firsendekê dîtin û ji bo dema xwe dirêj bikin, pêşî li derketina gundiyan girtin. Ji ber vê yekê operasyon hinekî dirêj dewam kir. Tevî her tiştî jî gel ji şervanên Minbicê zerar nedît. Gundiyên ji gund derketin, piştî ku gundên wan hatin paqij û ewlekirin, vegeriyan û niha karên xwe dikin. Ji ber vê yekê malavayiya şeranên Minbicê dikin, ku ew ji zilma DAIŞ'ê xilas kirine.