BI DÎMEN

Dayikên Kurd: Li dijî şerxwazan em tekoşîna aştiyê mezin bikin

Dayikên Kurd nerazîbûn nîşanî komkujiyên AKP/Qesr li dijî gelê Kurd dike dan û gotin, ew ê ji têkoşîna xwe ya mafdar venegerin.

Dayikên Kurd nerazîbûn nîşanî komkujiyên AKP/Qesr li dijî gelê Kurd dike dan û gotin, ew ê ji têkoşîna xwe ya mafdar venegerin.

Dayikên Kurd, konsepta şer a Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û partiya wî AKP'ê li dijî Kurdan xistine meriyetê, ji ANF'ê re nirxandin.

'EGER ERDOGAN HEBE EV KAR NAMEŞE'

Zînê Esmeray a 59 salî diyar kir, ji ber ku daxwaza azadiyê dikin zext, zilm û komkujî li ser wan tên ferzkirin û bi gotina "Bila dest ji me berdin" nerazîbûn nîşanî feraseta tekparêziyê da. Esmeray banga terikandina polîtîkayên mêtîngeriyê kir û got, "Êdî bes e, eger bi hev re nabe, bila her kes bi rêya xwe de biçe." Esmeray axaftina xwe wiha dewam kir: "Ji bilî azadiyê, ku mafê me ye em tiştekî din naxwazin. Yekane daxwaz û armanca me ev e. Lê belê derê wan cuda ye. Dixwazin em her tim li bin destê wan bin. Dixwazin me mîna koleyan bibînin. Êdî bi Erdogan ev kar nameşe. Heyfe ji gel û zarokên Kurdan re. Divê ev gel êdî azad be. Em ê ji bo vê têbikoşin.

'HETA KU EM MAFÊ XWE BI DEST BIXIN, EM Ê TÊBIKOŞIN'

Hediye Dogan a 54 salî da zanîn, gelê Kurd koledariya bi sedan salan li ser tê ferzkirin qebûl nake û ji her demê bêhtir ew nêzî azadiyê ne. Dogan destnîşan kir, ku heta xwîn di rehê wan de hebe, ew ê di vê oxirê de ya pêwîst çi be, bikin. Dogan da xuyakirin, Serokkomarê Tirk Erdogan dijminatiyê li Kurdan dike û got, "Erdogan wê têk biçe. Kurd wê xwe teslîmî wî nekin. Em gelekî ji bo azadiyê canê xwe didin e. Her roj zarokên me di vê oxirê de şehîd dikevin. Bila kes ne li bendê be ku em teslîm bibin, em bibin kole. Kurdekî bi tenê yê bi şeref û namûs bimîne jî em ê dest ji azadiyê bernedin. Çi dikin bila bikin. Em ê serî li ber wan netewînin. Her Kurdê bi şeref û namûs divê li hemberî neheqî û zilmê serî rake. Em daxwaza ziman û nasnameya xwe dikin. Doza me doza maf e. Lê belê Erdogan di vê doza maf de, zarok nehişt. Hewl dide bi zilm û komkujiyê me bêdeng bike. Bajarên me xera dike, dişewitîne. Heqaretan dike. Lewma ti mafekî xwe li me nîne. Em gelek in, em ê bêdeng nebin. Heta mafê xwe bi dest bixin, em ê têkoşîna xwe bidomînin."

'YÊ EV KIRIYE, WÊ BERDÊLA VÊ BIDE'

Yildiz Emek (46) da xuyakirin, ku ew dayika aştiyê ye û li dijî şer e. Emek ragihand, AKP/Qesr navê Misilmantiyê bi kar tîne û polîtîkayê dimeşîne û pirsa 'ev zilma li gelê Kurd tê kirin, li kîjan aliyê Misilmantiyê tê nivîsandin?' pirsî. Emek got, "Eger eleqeya we bi Misilmantiyê hebûya, we zilm li gelê Kurd nedikirin. Em ji bo nasname û zimanê xwe têdikoşin. Ev mafê me ye. Em azadiya xwe dixwazin û bi qetilkirinê hûnê nikaribin me bêdeng bikin. Li şûna rondikên çavên dayikan êdî xwîn diherike. Got, 'Ez ê nehêlin êdî rondik bibarin'. Lê belê hîn bêhtir xwînê dirijîne. Gelo ev li Misilmantiyê tê? Weke dayik, em vê zilmê ti carî qebûl nakin. Li hemberî yên ev bi serê me de anîne, em ê têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin. Ji bo pêşî li rijandina xwînê bê girtin, çi ji destê me bê em ê bikin. Em ê yên xwînê dirijîne di nava xwînê de bifetisînin. Heta niha kesî ev wehşeta Erdogan dike, nekiriye. Ew ê jî cezayê vê bikişîne. Wê berdêla vê bide. Ti cih nehişt. Her der xera kir, şewitand. Em ê vê ti carî qebûl nekin. Em ê erê nekin. Em ê têkoşîna xwe ya bi serbilindî û bi rûmet, bidomînin."

...