'Divê destek ji koçberên tên Rojava re bê dayîn'
Koordînasyona Giştî ya Kantonên Rojava, ji bo destekê bidin koçberên tên Rojava bang li sazî û rêxistinên navneteweyî kir.
Koordînasyona Giştî ya Kantonên Rojava, ji bo destekê bidin koçberên tên Rojava bang li sazî û rêxistinên navneteweyî kir.
Koordînasyona Giştî ya Kantonên Rojava, ji bo destekê bidin koçberên tên Rojava bang li sazî û rêxistinên navneteweyî kir.
Di daxuyaniya Koordînasyonê de ev tişt hatin gotin:
"Em di herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava-Sûriyeyê de ji ber êrîşên ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê, Cebhet El-Nusra û hin rêxistinên din yên di bin navên cuda de êrîş dikin, di dorpêçê de ne. Ji aliyekî din ve jî rêjîma despot a Baas, Hikûmeta Tirkiye û PDK`ê jî, rola wan di vê dorpêçê de heye. Ji bo wê jî em bi salan e di nava krîzeke aboriyê de ne.
Ev yek jî dibe sedema ku madeyên xwarinê yên bingehîn yên weke derman û şîrê zarokan kêm bibe. Her wiha tevî kêm derfetan li Kantonên Rojava 7 kamp hene û tê de penaberên ku ji Iraqê , Şengal, Mûsil û Enbarê û pernaberên ji Şedadê, Reqa, Heleb û gundewarên wê, Idlib û herêmên din ên Sûriyeyê ji bo xwe bigihînin cihekî bi ewle hatine, bi cih bûne.
Hejmara penaberan li Rojava gihiştiye 10 hezaran û bi taybet piştî pêla koçberiyê ya dawiyê ji Reqa, Marî û gundewarên Bakurê Helebê, hejmara penaberên xwe dispêrên Rojava zêde bûye û derfetên Kantonên Efrîn, Kobanê û Cizîrê kêm e.
Em weke Koordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava- Sûriye tevî şert û mercên xwe yen trajîk, em weke erka xwe ya mirovahî dibînin ku hemû pêwîstiyên koçberan tedarik bikin. Eger pêwîstî hebe em amade ne ku hejmareke zêde ji penaberan pêşwazî bikin, lê derfetên heyî têrê nake ku em xizmeta vê hejmara zêde ya pernaberan bikin. Ji ber vê yekê em bang li civaka navnetewyeî, Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ya Kar û Barên Koçberan (UNHCR) û rêxistinên mirovahî dikin ku alîkariyê ji bo koçberan bikin."