Ji bo endama YPS’ê Sonay Engîn şîn: Em pê serbilind in
Ji bo endama YPS-JIN’ê Sonay Engîn ya di berxwedana xwerêveberiya li Sûrê de jiyana xwe ji dest da şîn hat danîn. Malbatê diyar kir ku bi Engîn re serbilind in.
Ji bo endama YPS-JIN’ê Sonay Engîn ya di berxwedana xwerêveberiya li Sûrê de jiyana xwe ji dest da şîn hat danîn. Malbatê diyar kir ku bi Engîn re serbilind in.
Ji bo xebatkara berê ya kovara Ozgur Halk û endama YPS-JIN’ê Sonay Engîn (Nûcan Malatya) ya di berxwedana xwerêveberiya li navçeya Sûrê ya Amedê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbat, xebatkarên kovarê û YAKAY-DER’ê li Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Sûltangaziyê şîn hat danîn.
Di şînê de rêveberên DÎAYDER’ê, Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya û Erdal Ataş jî tê de gelek kes amade bûn.
Di şînê de bira Metîn Engîn axivî, got bi xwişka xwe û têkoşîna wê serbilind in, wiha axivî: “Êdî dema hê zêdetir xwe bi têkoşîna wê girtinê ye. Ew şehîda Kurdistanê ye.”
Parlamentera HDP’ê Kaya jî got li ber azmê têkoşîna wê û sekna wê bi rêzdarî bejna xwe ditewîne.