Rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hûrşît Kulter, di 27'ê Gulanê de ji aliyê tîmên taybet ve hat binçavkirin û hat windakirin. 8 roj in agahî ji Kulter nayê girtin. Malbatê ji hemû sazî û dezgehên dewletê û saziyên sivîl ên civakî pirsî, lê hê jî agahiyê ji Kulter nagirin. Birayê Kulter Ebûbekîr Kulter, ji bo aqûbeta birayê xwe bipirse li Meclîsê bi partiyên muxalif re hevdîtin kir. Kulter, piştî li meclîsê bi CHP û HDP’ê re hevdîtin kir, li gel Serokwekîlê HDP'ê Îdrîs Balûken li meclîsê civîna çapemeniyê pêk anîn.
Kulter, anî ziman ku birayê wî 8 roj berê bi zorê hat binçavkirin û windakirin û wiha got: "Birayê min Hûrşît Kulter bi salan rêveberiya partiyê kir. Mirovekî pir dihat hezkirin. 27'ê Gulanê piştî têkiliya wî û malbatê ji hev qut bû êdî me agahî jê negirt. Di heman rojê de di medya civakî ku bi hesabê JİTEM'ê hat belavkirin de hat gotin ku Kulter bi maşîna zirxî ya shortlandê binçav kirine û birin, wiha got: "Piştî birayê min hat windakirin ji bo birayê min gotin 'Me ew şand dojehê' Bi vê yekê îma kirin ku winda kirine. Me wekî malbatê serî li hemû saziyên dewletê da. Ji bo Hûrşît Kulter îdîa dikin ku nehatiye binçavkirin. Lê em wekî mirovên herêmê ji parvekirinên hesabê JİTEM'ê dizanin ku birayê min hatiye binçavkirin.
Her çend hikûmet bêje hêzên dewletê Kulter binçav nekiribe jî hemû delîl û şahid nîşan didin ku birayê min ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye binçavkirin. Hemû çavkanî û şahid nîşan didin ku Hûrşît birine Biryargeha tîmên taybet a Gumuştepeyê. Hemû dane û çavkanî hêzên dewletê nîşan didin.”
Kulter, anî ziman ku hêzên dewletê berê jî Haci Bîrlik înfaz kirin û cenazeyê wî li pişt panzêran kaş kirin û wiha got: "Em wekî malbatê ji hikûmetê dixwazin ku aqûbeta birayê min eşkere bikin. Em ji aqûbeta birayê xwe bi fikar in. Dewlet ji ewlehiya canê wî berpirsiyar e.”
Kulter, destnişan kir ku 22 sal berê wekî îro Savaş Buldan bi zorê revandin û winda kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hişmendiya 22 sal berê îro jî berdewam dike. Em li vir bang li cemaqeriyê dikin. Ger ku li hemberî van windayan bêdeng bimînin dibe ku konsepta salên 1990’î ji nû ve zindî bibe. Em rê li pêş vê konseptê bigirin û em destûr nedin windakirinan. Me fikarên xwe bi CHP û HDP'ê re parve kir. Em dubare diyar kirin ku em pey vê dozê bernadin."
Serokwekîlê HDP'ê Îdrîs Balûken jî anî ziman ku ew her roj dipirsin Hûrşît li kû ye? û îro dîsa dipirsin, lê hê jî ti daxuyaniyek nehatiye dayîn. Yên li qadên hilbijartinê bi torosên spî gef li gel dixwarin îro bi rangeran digerin û komkujiyan pêk tînin.