Hêzên YPG/YPJ’ê malbeteke li Reqayê rizgar kirin

Hêzên YPG/YPJ’ê bi operasyonek taybet a li navenda bajarê Reqayê, malbateke Êzidî ji dest çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir.

Hêzên YPG/YPJ’ê bi operasyonek taybet a li navenda bajarê Reqayê, malbateke Êzidî ji dest çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir.

Li gor nûçeya ANHA’yê, ji YPG’ê yekîneyek taybet li navenda bajarê Reqayê ku wek kelha DAIŞ’ê tê nirxandin, operasyonek veşartî li dar xistin.

Di encama operasyona serkeftî û ti detayên wê nehatin parvekirin de malbatek Êzidî ya ji Şengalê hatibû revandin ji aliyê ekîba taybet a YPG’ê hate rizgarkirin.

Jinek û sê zarokên wê yên bi sax û silamet gihiştin Kobanê, radestî hêzên Asayîşa Kobanê hatin kirin.

Hate ragihandin ku rewşa tenduristiya endamên malbatê baş e.