Şahid: Polîs, bi zanebûn Nîhat Kazanhan kuşt

Di rûniştina 7'emîn a doza Nîhat Kazanhan ê 12 salî ku li Cizîrê ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin de şahid Îdrîs Sayaca diyar kir ku polîsan, zarok kiriye hedef, 3-4 caran gule berdayê. Doz taloqî 12'ê Tebaxa 2016'an hate kirin.

Di rûniştina 7'emîn a doza Nîhat Kazanhan ê 12 salî ku li Cizîrê ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin de şahid Îdrîs Sayaca got ku wê rojê li Rêya Îpekê 3 polîs disekinîn û piştî ku zarokan kevir avêtine, polîsekî gotina "bes e" bi kar aniye û ji wesayîtê çek aniye, zarok kiriye hedef, 3-4 caran gule berdayê. Polîsê girtî Mehmet Nûrî Goçmez jî got ku ew peywirdarê dewletê ye û ji ber ku Rêya Îpekê rêyeke navneteweyî ye hesas nêzîk bûye.

Rûniştina 7'emîn a doza zarokê bi navê Nîhat Kazanhan ê 12 salî ku di 14'ê Çileya 2015'an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li erseya ber mala dema xwe bi zarokan re dilîst ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin, li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Cizîrê hate dîtin. Polîsê girtî Mehmet Nurî Goçmez ji Girtîgeha Elmadagê ya Enqereyê bi sîstema SEGBÎS'ê ve tevli rûniştinê bû, polîsên din Ufuk Îlmî, Gurcan Turak û Oguzhan Çalişkan jî ji salona SEGBÎS'ê ya Dadgeha Kadastroyê ya Mêrdînê beşdarî rûniştinê bûn.

Di salona dadgehê ku bersûc nanîn de tenê malbata Kazanhan û parêzerên baroyên Enqere, Amed û Şirnexê yên malbatê amade bûn. Di rûniştina îro de şahidên bûyerê Îdrîs Sayaca, Firat Sayaca jî ji Edliyeya Mêrsînê bi sîstema SEGBÎS'ê ve tevlî rûniştinê bûn û hatin guhdarkirin.

Destpêkê ji şahidên bûyerê Îdrîs Sayaca hate guhdarkirin û got ku wê rojê li beramberî Rêya Îpekê 3 polîs disekinîn, pişti ku zarokan kevir avêtin, polîsekî gotina "bes e" bi kar anî û çû ji wesayîtê çek anî, zarok kir hedef, 3-4 caran gule berdayê. Sayaca diyar kir ku polîsê navborî piştî ku gule berda Kazanhan, yê din gotina “te çi kir" bi kar anî û polîsê ku gule berda ji wir bir.

Şahidê bûyerê yê din Firat Sayaca jî anî ziman ku piştî gule berdan Kazanhan tîmeke taybet ê bi rûpoş hate cihê bûyerê û ji erdê hin tişt kom kirin.

Piştî vegotinên şahidan hatin tomarkirin Serokê Baroya Şirnexê Parêzer Nûşîrevan Elçî axivî. Elçî diyar kir ku li gor beyanên şahidan û delîlên hatine berhevkirin divê bersûc Mehmet Nûrî Bakî Goçmez ji ber bizava xwe yî "kuştina zanebûnî" ceza bigire û got ji bo delîl bên windakirin çi ji dest hatiye kirine. Parêzer Elçî xwest parêzî esas bên girtin û li ser vê doza domandina girtina polîsê kujer kir.

Parêzerê Kazanhan, Rojhat Dîlsîz jî diyar kir ku di dema bûyerê de Gerînendeyê Midûriyeta Polîsan ekîbeke ku di nav de komîser Eray û Mehmet Kavalci jî tê de peywîrdar kirine, lê belê di raporan de hatiye diyar kirin ku bo cihê bûyerê ti ekîb nehatine peywirdarkirin. Parêzer Dîlsîz, her wiha da zanîn ku muhîmatên kêm jî wek yên tam hatine nîşandan û daxwaza domandina girtina bersûcan kir.

Parêzer Hasan Erdogan ê li ser navê Baroya Enqereyê axivî jî dest nîşan kir ku doz di nezda wijdanê raya giştî de girîngiyekê dide der, ji ber vê divê peywirdarên cemaweriyê yên serbest jî bên girtin û darizandin. Erdogan wiha got, "Em dixwazin ku kesên ev pêk anîne derkevin holê û bên cezakirin û daxwaza domandina bersûc dikin."

Bavê Kazanhan, Alî Kazanhan jî wiha got, "Em bes daxwaza edaletê dikin, her tişt eşkere ye. Wî dilê me şewitand. Bila edalet pêk bê û sûcê herî giran li kujer bê birîn."

Bersûc Mehmet Nûrî Bakî Goçmez jî di parêziya xwe de dubare dest nîşan kir ku ew "peywirdarê dewletê" ye.

Polîsê bersûc got, li hemberî zarokan kînek wan tune ye û got, ji ber ku gumana revê jî tune ye û peywirdarê dewletê ne, daxwaza darizandina bêyî girtinê kir.

Piştî daxwazan navber hat dayîn û piştî navberê heyeta dadgehê biryara xwe de û berdewamiya girtina polîsê bersûc hat dayîn.

Heyeta dadgehê, doz taloqî 12'ê Tebaxa 2016'an kir.