Gundê Qinne Tehtanî ji çeteyan hat paqijkirin
Di çarçoveya Operasyona Rizgarkirina Minbicê de danê vê sibehê gundê Qinne Tehtanî ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin.
Di çarçoveya Operasyona Rizgarkirina Minbicê de danê vê sibehê gundê Qinne Tehtanî ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, danê vê sibehê saet di 05:45'an de gundê Qinne Tehtanî ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin.
Hat ragihandin, ji bo xwegihandina navenda bajarê Minbicê bi tenê 7 kîlometre ma ye.
Li eniya Qereqozaxê jî, danê vê sibehê şerekî dijwar qewimî û bi dehan çete hatin kuştin. Tevî 3 cenazeyên çeteyan 2 kalaşnîkov jî ketin destê şervanan.
Du êrîşên întixarî yên hewl hat dayîn bi wesayîtên bombebarkirî werin kirin, bêyî bigihêjin hedefa xwe, hatin têkbirin.
Balafirên şer ên Hêzên Koalîsyonê jî li hemberî nuqte û çeperên DAIŞ'ê 4 caran êrîş pêk anîn. Di bomberdûmanê de 12 çete hatin kuştin.