Gundê El-Doşan û 5 gundikên din hatin rizgarkirin

Gundê El Doşan û 5 gundikên din ên li rojavayê pira Qereqozaxê ne, ji çeteyên DAIŞ'ê hatin paqijkirin.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, saet di 12:20 de gundê El-Doşan û 5 gundikên din ên bi 7 kîlometreyan li rojavayê pira Qereqozaxê ne, rizgar kirin.

Çeteyên DAIŞ'ê hewl dan bi wesayîta bombebarkirî êrîş bikin, lê ev êrîş hat pûçkirin.

Di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên DAIŞ'ê de li herêma bi 14 kîlometreyan li rojavayê Çemê Firatê ye, şerekî dijwar diqewime.