Xizmên windayan ên li Amed û Êlihê li hev civiyan, di çalakiya bi navê "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" de li aqûbeta rêveberê DBP'ê Hûrşît Kulter ê di 27'ê Gulanê de li Şirnexê hat binçavkirin, pirsîn.
AMED
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Amedê û xizmên windayan, çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" a 382. li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşûyolû lidar xistin. Malbata Rozerîn Çûkûr a di berxwedana xwerêveberiyê de li Sûrê jiyana xwe ji dest da, endamên Komîsyona Zarokan a TÎHV'ê û parêzvanên mafê jiyanê amade bûn û destek dan çalakiyê.
Endama Komîsyona Zarokan a TÎHV'ê Dîlan Denîz Vûrgûn li vir peyivî û got, "Zarokên li Cizîr, Sûr, Silopiya û Nisêbînê hatin qetilkirin, ji ber qedexeyan bi rojan nekarî bên veşartin." Vûrgûn bang li parêzvanên mafên mirovan ên neteweyî û navneteweyî kir, ku bên Kurdistanê û binpêkirinên mafên mirovan ên li vir hatine kirin, lêkolîn bikin.
Piştre dayika Rozerîn Çûkûr Fahriye Çûkûr peyivî û got, "Ev 5 meh in ez kolan bi kolan li cenazeyê keça xwe digerim. Sed metre ji min dûr bû, lê min ew nedidît. Keça min li ku ye? Keça min 16 salî bû, li taxa lê dima, ew qetil kirin. Ew û em weke terorîst îlan kirin. Êdî bes e, em nema dikarin îdare bikin. Hestiyê wê tenê ma be jî, ez keça xwe dixwazim." Girseya gel dûre çalakiya rûniştinê pêk anî.
ÊLIH
Li Êlihê jî ÎHD Şaxê Êlihê û xizmên windayan çalakiya xwe ya 382. li ber Peykerê Mafên Mirovan ê li Kolana Gulîstanê pêk anîn. Di daxuyaniya li ser navê xizmên windayan de li aqûbeta rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hûrşît Kulter ê di 27'ê Gulanê de li Şirnexê hat binçavkirin, pirsîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Waliyê Şirnexê berpirsyarê van hemû bûyerên kiryar nediyar e. Dozger jî ji ronîkirina bûyeran berpirsyar e. Em ji vê derê bang li meqamên edlî û amîrên mulkî yên Şirnexê dikin û dipirsin; Hûrşît Kulter li ku ye?"
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.