KNK'ê ji Îranê xwest Kebudwend serbest berde

Konseya Rêveber a KNK'ê berxwedana parêzvanê mafên mirovan Mihemed Sedîq Kebudwend silav kir û bang li dewleta Îranê kir, ku tavilê wî serbest berde.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), têkildarî rewşa parêzvanê mafên mirovan û damezrînerê komeleya mafên mirovan a li Îranê Mihemed Sedîq Kebudwend daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, Kebudwend ji ber çalakiyên xwe yên sivîl ên ji bo parastina mafên mirovan ji aliyê hikûmeta Îslamî ya Îranê ve hatiye girtin û di encama darizandina li dadgeheke ne serbixwe de bi 10 sal û 6 mehan cezayê ragirtina li girtîgehê hatiye cezakirin.

Konseya Rêveber a KNK'ê da zanîn, dewleta Îranê ji ber çalakiyên wî yên sivîl û demokratîk ên Kebudwend, bi kîn û nêzî wî dibe û diyar kir, yek ji hewldanên Kebudwend ku pê tê sûcdarkirin ew e; Selahattîn Demîrtaş û serketina Kobanê pîroz kiriye.

KNK'ê ragihand, li hemberî van nêzîkatî û pêkanînan Kebudwend di 8'ê Nîsanê de dest bi greva birçîbûnê kiriye û ji ber nesaxiyên wî, fikar hene Kebudwend jiyana xwe ji dest bide.

KNK'ê bang li hemû Kurdistaniyan û azadîxwazan kir, ku piştgiriyê bi Mihemed Sedîq Kebudwend bikin.

Konseya Rêveber a KNK'ê her wiha anî bîra rejîma Îranê, ku Kurd neteweyeke aştîxwaz e, bi tenê azadiya xwe dixwaze û got, "Yên dijminatî li Kurdan kirine, ketine nava çopa dîrokê."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rejîma Îranê hat kirin, ku dest ji van kiryarên xwe yên zerarê dide xwişk û biratiya neteweyên li Îranê û derhal Kebudwend serbest berde.