Gundê Ûmrûs û Abdulrezzaq Casim...
Abdulrezzaq Casim ê 75 salşî li gundê Ûmrûs ê Minbicê dijî got, "Şervanên ev der ji DAIŞ'ê paqij kirin, bi rêzdarî nêzî me bûn. Dest nedan mal û canê me. Xwede ji wan razî be."
Abdulrezzaq Casim ê 75 salşî li gundê Ûmrûs ê Minbicê dijî got, "Şervanên ev der ji DAIŞ'ê paqij kirin, bi rêzdarî nêzî me bûn. Dest nedan mal û canê me. Xwede ji wan razî be."
Pêngava Rizgarkirina Minbicê ya ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve di 1'ê Hezîranê de destpê kir, bi gavên ji xwe bawer û serketî ber bi armanca xwe ve diçe. Operasyona ji du baskan ve ji bo paqijkirina bajarê Minbicê ji DAIŞ'ê hat destpêkirin, di roja 4. de ye.
Di nava 4 rojan de ji bajarokê Tişrînê ber bi bajarê Minbicê ve, xeteke ji 20 kîlometreyan ji çeteyên DAIŞ'ê hatiye paqijkirin. Sivîlên li vê herêma hat paqijkirin dijîn, ji bo ji şer zerarê nebînin berê hatin hişyarkirin û ji gund hatin derxistin. Piştî ku gundên li vê herêmê ji çeteyan hatin paqijkirin, bi rengekî ewle vedigerin malên xwe.
Yek ji gundên ji çeteyên DAIŞ'ê hatine paqijkirin, gundê Ûmrûs e. Ev gundê ser bi Minbicê bi qasî 7 kîlometreyan dûrî bajêr e. Gundekî şîrîn e ku derdora wê bi giran girtî ye û darên zextûnê, dehl û rez lê hene. Gundê Ûmrûsê di 2'ê Hezîranê de bi temamî ji çeteyan hat paqijkirin. Gundiyên derketin derve, li malên xwe vedigerin. Çeteyên DAIŞ'ê yên di 22'ê Çileya 2014'an de navenda bajarê Minbicê dagir kirin, zilmeke giran li vî gundî jî kirin. Abdulrezzaq Casim ê 75 salî, zilma DAIŞ'ê li wan dikir vegot: "Çeteyên DAIŞ'ê berî sê salan hatin vê derê. Piştî ku ew hatin jiyana me ser û bin bû. Berê jiyaneke me ya bi rêk û pêk hebû. Zeviyên me, dehl û rezên me hebûn, ku me bi xwe diçand û diçinî. Piştî ku DAIŞ hat, jiyan li me herimî. Dest danîn ser malên me. Zilm li gundiyan kirin û ew zêde xebitandin. Jinên me nema dikarîbûn ji malê derkevin."
Casim diyar kir, malbata wî ji ber zilma çeteyên DAIŞ'ê li hev belav bûye û anî ziman, ji nava ferdên malbatê bi tenê hevjîna wî û kurê wî yê biçûk li malê ma ye, 3 zaroken wî yên din çûne Cezayîr, Lubnan û Tirkiyeyê.
Casim şerê ev çend roj in li derdora gundê wî diqewimin nirxand û got, "Li dora gundê me ev çend roj in şerekî dijwar qewimî. Çeteyên DAIŞ'ê nedihiştin em derkevin derveyî qada şer. Hem nedihiştin em derkevin derve, hem jî em ditirsandin. Digotin 'yên tên wê zilmê li we bikin'. Lê belê ev ne rast bû. Şervanên ev der ji DAIŞ'ê paqij kirin, gelekî bi rêzdarî nêzî me bûn. Qet dest nedan mal û canê me. Xwedê ji wan razî be."