"Em kongreyeke neteweyî pêk bînin; bila hemû rêxistin, partî û hêzên Kurd di nav de cih bigirin, pirsgirêkên xwe nîqaş bikin, li cihekî bigihêjin hev û yekîtiya xwe ava bikin. Yekîtiya neteweyî ya li çar parçeyan wê bibe wesîleya azadiya Kurdan."
DELÎLA GABAR/AVAŞÎN ADAR
BEHDÎNAN
şemî, 4 pûşperê 2016, 14:00
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat: Em kongreyeke neteweyî pêk bînin; bila hemû rêxistin, partî û hêzên Kurd di nav de cih bigirin. Bila Kurd hemû pirsgirêkên xwe di vê kongreyê de nîqaş bikin, li cihekî bigihêjin hev û yekîtiya xwe ava bikin. Yekîtiya neteweyî ya li çar parçeyan wê bibe wesîleya azadiya Kurdan.
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat, xebatên li ser yekîtiya demokratîk a navbera Kurdan û polîtîkayên qirkirinê yên AKP li çar parçeyan li hemberî yekîtiya Kurdan dimeşîne, ji ANF'ê re nirxand.
Hozat da xuyakirin, ku Rojhilata Navîn di nava pêvajoyeke gelekî girîng û hesas de ye û got, "Lİ herêmê şerekî mezin diqewime. Ev şer hem sîstema herêmê, hem jî tifaqên ji sedsala bihurî mayî ji hev dixe. Ev şer sîstem û hevsengiyên nû li herêmê ava dike. Lewma pozîsyon û rola Kurdan a di vir de gelekî girîng e. Bêguman yekîtiya neteweyî ya Kurdan xwedî girîngiyeke mezin e. Di pêvajoyeke bi vî rengî de eger Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî demokratîk bafirînin, wê gelek destketiyan bi dest bixin. Wê destketiyên di sedsala dawî de bi têkoşînê bi dest xistine, bi du sê qatan zêde bikin û van destketiyan ewle bikin."
Besê Hozat diyar kir, PKK'ê bi têkoşîna xwe ya 40 salan di nava Kurdan de rê li ber zanebûn, vînbûyîn û asteke bilind a rêxistinbûyînê vekiriye û got, "Siyaseta qirkirinê hat qelskirin û pûçkirin. Li çar parçeyên Kurdistanê, bi saya têkoşîna PKK'ê hişmendiyeke xurt a neteweyî afirî. Di nava Kurdan de hestên piştgirî û neteweyî rû dan. Li Kurd û Kurdistanê, şoreşeke xurt a zîhniyetê afirî."
KURD DI NAVA ZEXT Û DORPÊÇIYA QIRKIRINÊ DE NE
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat di dewama axaftina xwe de bal kişand ser şerê topyekûn ê AKP'ê ji avakirin û misogerkirina rejîma xwe ya faşîst daye destpêkirin û got, "Li Kurdistanê niha şerekî qirkirinê yê berfireh dimeşîne. Kurd niha di nava zext û dorpêçiya qirkirinê de ne. Bajarên kurdistanê bi tank û topan tên bombekirin. Ev tank û top ên NATO'yê ne. Lewma hêzên navneteweyî û NATO destekê didin vê yekê. Komkujî li Kurdan tê kirin, mirov bi saxî tên şewitandin, cihên pîroz, îbadetxane, goristan tên hilweşandin. Siyaseteke tirsnak a qirkirinê tê meşandin. Qirkirina aboriyê tê kirin, bi bendavan ve erdnîgariya Kurdistanê di binê avê de dihêlin. Yek ji polîtîkayên herî xetere yên niha dimeşîne jî guhertina demografiya Kurdistanê ye. Bi avakirina kampên DAIŞ'ê, bi taybetî li herêmên Kurdên Elewî lê dijîn, hewl dide Kurdan ji Kurdistanê derxînin. Planan dikin ku DAIŞ û Elewiyan li hemberî hev bide şerkirin. Li Kurdistanê polîtîkayeke kûr û cidî ya tehcîrê dimeşînin. Li Xelatê, Tirkên ji Ahiskayê bicih kirin. Tirkên neteweperest li bajarên Kurdistanê bi cih dike. Polîtîkayeke qirkirina çandî û asîmîlasyonê ya kûr dimeşîne. Polîtîkayên qirkirina fîzîkî û komkujî ji xwe hene.
AKP JI BO VAN POLÎTÎKAYÊN XWE YÊN QIRKIRINÊ DESTEKA HERÎ XURT JI PDK'Ê DIGIRE
Desteka herî xurt a ji bo van polîtîkayên qirkirinê yên AKP'ê, ji PDK'ê tê. Ev siyaseta PDK dimeşîne, astengiya herî mezin e li pêşiya yekîtiya neteweyî. Gelekî zerarê dide berjewendiyên Kurdan. Ev polîtîka desthilatdariya faşîst, mêtînger a AKP û sîstema dewleta Tirk a faşîst xurt dike. Ev nêzîkatî, polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk xurt dike. Ev pirsgirêkeke cidî ye."
AKP PARTIYEKE DIJMINÊ KURDAN E
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat destnîşan kir, ku AKP partiyeke dijminê Kurdan e û got, "Partiyeke dijminê Elewiyan e. Partiyeke dijminê jinan e. Partiyeke dijminatiyê li hemû baweriyên cuda, çand û beşên cuda yên civakê dike ye." Hozat bibîr xist, ku hemû girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê tijî bûne û got, "Çapemeniya mûxalîf bêdeng dike, karker û kedkarên li mafên xwe digerin bêdeng dike û komkujiyan dike. Mûxalîf melisandiye. Yên li ber xwe didin bi tenê Kurd in. Li wan jî siyaseta qirkirinê ferz dike. Ti tesîra AKP'ê niha li Kurdistanê nîne."
AKP BI DESTEKA PDK'Ê LI SER PIYAN E
Hozat da zanîn, helwestên ku destekê didin van polîtîkayên AKP'ê ne yên qebûlkirinê ne û di vî warî de işaret bi polîtîkayên PDK'ê kir. Hozat destnîşan kir, ku PDK hêzê dide polîtîkayên AKP'ê yên dijminatiyê li Kurdan dike û got, "Helwestên bi vî rengî siyaseta qirkirinê ya AKP'ê kûrtir dike. AKP xwe dispêre desteka PDK'ê û bi vî rengî li ser piyan dimîne. Ji aliyê aboriyê ve jî rewş bi vî rengî ye. Pereyê germ ê ji Başûrê Kurdistanê diçe, pereyê germ ê ji Erebîstana Siûdî û Qatarê diçe, AKP'ê li ser piyan digigre. Naxwe aboriya AKP'ê zûdeyî têk çûye. Tûrîzm û aborî li Tirkiyeyê îflas kiriye. Eger îro dewleta Tirk polîtîkayên dijminatiya li Kurdên li Rojava dimeşîne, eger pênc sal in li dijî Kurdan şer dike, eger çeteyan bi rêxistin dike û ji bo tinekirina şoreşa Rojava êrîş dike, ev yek bi desteka PDK'ê dibe. PDK siyaseta dijminatiyê ya AKP'ê ya li hemberî Rojavayê Kurdistanê, polîtîkayên qirkirinê erê dike. Li Şêx Meqsûdê bi qasî du sed Kurd hatin qetilkirin. Ev yek ji aliyê komên ku Tirkiyeyê ew bi rêxistin kirine û ENKS a pişta xwe dispêre PDK'ê di nav de ye, hat kirin."
Hozat bal kişand ser girtina deriyê sînor û ambargoya li ser Rojavayê Kurdistanê û got, "Di navbera sînorê Rojava û Başûrê Kurdistanê de çûkek jî nayê firandin. Mirovên sivîl di deriyê sînor ê Sêmalka re nikarin bazirganiyeke biçûk jî bikin. Bi dorpêçkirina Rojava û birçîhiştinê re hewl didin rê li ber koçberiyê vekin. Hewl tê dayîn bi pereyan teslîm were girtin. Ev polîtîkaya ji aliyê AKP'ê ve tê meşandin, ji aliyê PDK'ê ve jî tê destekkirin. Ev tiştekî bê qebûlkirin nîne."
PDK BI SIYASETA XWE XIMZETÊ JI HÊZÊN MÊTÎNGER, JI DEWLETA TIRK A FAŞÎST RE DIKE
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat işaret bi zextên giran ên li ser Şengalê jî kir û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Hewl didin Kurdên li Şengalê, Kurdên Êzidî li hemberî PKK'ê sor bikin. Rêveberên PDK'ê li her deverê bi Êzidiyan re, bi gelê li Başûrê Kurdistanê re, li gund û bajaran civînan lidar dixin, hewl didin gel li hemberî PKK'ê rakin, bikin dijmin û şer derxînin. Gelo çi cudahiya vê polîtîkayê ji polîtîkayên AKP'ê yên li hemberî Kurdan heye? Heman siyaset e. AKP kîjan polîtîkayê li hemberî Kurdan dimeşîne, PDK jî heman polîtîkayê dimeşîne. Bêguman PDK partiyeke Kurd e. Rabirdûyeke xwe heye. PDK realîte, rastiyeke Başûrê Kurdistanê ye. Bi salan e siyasetê dike û xwedî dîrokeke kevn e. Em realîteya PDK'ê înkar nakin. Lê belê polîtîkaya dimeşîne şaş e. Siyaseta dimeşîne xizmetê ji hêzên mêtînger, ji dewleta Tirk a faşîst mêtînger, ji AKP a faşîst re dike. Zerarê dide Kurdan."
DIVÊ PDK TIFAQA XWE YA BI AKP'Ê RE BIQEDÎNE
Hozat da xuyakirin, ku bendewariya gelê Kurd ê li Başûrê Kurdistanê û parçeyên din ji PKK, PDK, YNK, Goran, PYD, Tevgera Azadî, DBP û hemû partiyên din ên li Kurdistanê siyasetê dike ew e; di navbera Kurdan de yekîtiyeke neteweyî pêk were, kongreya neteweyî were lidarxistin.
Hozat got, "Em kongreyeke neteweyî pêk bînin, bila PDK jî di nav de cih bigire, Goran jî, YNK jî, hemû partî, rêxistin û hêzên li Başûr, Rojava, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê di nav de cih bigirin. Bila Kurd hemû pirsgirêkên xwe di vê kongreyê de bi hêsanî nîqaş bikin, li cihekî bigihêjin hev, yekîtiya xwe ava bikin. Bi hevgirtin û yekîtiyeke biv î rengî destketiyên Kurdan ên li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê dikarin werin ewlekirin. Bi vî rengî wê Kurd bibin hêza bingehîn a demokrasiyê ya li herêmê. Di demokratîkkirina herêmê de wê bibe hêza sereke. Yekîtiya neteweyî wê li çar parçeyan wê bibe wesîleya azadiyê. Pêwîste PDK jî di nava vê de cih bigire. Lê belê ev polîtîkayên tên meşandin, xebateke bi vî rengî tengav dikin. Li ser vê bingehê em bang li PDK'ê û rêxistinên din dikin. Xebatên kongreya yekîtiya neteweyî ya demokratîk niha di rojeva me de ne. Di vê mijarê de em bi gelek partî û rêxistinên Kurdistanê re hevdîtinan dikin. Girîng e PDK jî di vî warî de bikeve nava nêzîkatiyeke çêker. Divê dawî li vê siyaseta xwe, li vê tifaqa xwe ya bi AKP'ê re bîne û di nava karekî bi vî rengî yê hêja û bi rûmet de cih bigire. Em hemû ancax bi vî rengî dikarin hêjayî gelê xwe yê li Başûrê Kurdistanê û tevahiya Kurdistanê bibin."
JIN DI AFIRANDINA YEKÎTIYA NETEWEYÎ DE DIKARIN BI ROLEKE AKTÎF RABIN
Besê Hozat destnîşan kir, ku di vê mijarê de jinên Kurd xwedî roleke girîng in û got, "Jinên Kurd di afirandina yekîtiya neteweyî de dikarin bi roleke aktîf rabin. Di çareserkirina pirsgirêkên navbera Kurdan de hêza jinê ya çareseriyê heye. Rêxistinbûyîn û bandora xwe heye. Gelekî xurt e. Di nava civaka Kurd de cihê jinên Kurd cuda ye, hêja ye. Xwedî rêzdariyeke mezin e. Wekî din, giraniyeke xwe heye. Jinên Kurd ev yek bi têkoşîna xwe afirandiye. Niha pêşengiyê ji têkoşîna li Kurdistanê re dike."