Nûnerê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ê Amedê Bariş Yavûz bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan a di dema "qedexeya derketina derve" de hatin kirin û diyar kir, îşkenceya heyî ne kêmî ya salên 90'î ye.
ELÎF DOGAN / MELEK YUKSEL
AMED
yekşem, 5 pûşperê 2016, 09:10
Nûnerê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ê Amedê Bariş Yavûz bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan a di dema "qedexeya derketina derve" de hatin kirin û diyar kir, îşkenceya heyî ne kêmî ya salên 90'î ye.
QEDEXEYÊ BANDOR LI ZÊDEYÎ MÎLYONEK MIROVÎ KIR
Yavûz got, "Li gorî daneyên li ber destê me, qedexeya derketina devre bandor li 1 mîlyon 600 hezar însanî kiriye. 338 kesan jiyana xwe ji dest dane."
Yavûz da xuyakirin, ku daneyên wan timî diguherin, ji ber ku hînê li gelek deveran qedexe dewam dikin û got, "Di nava van şert û mercan de derfetên me nîne ku bi heyetên serbixwe biçin van herêman û lêkolînan bikin. Sivîl, milîtan, polîs, leşker û bi hezaran mirov mirin. Der barê vê pêvajoyê de ti bûyer nehatiye lêkolînkirin. Ev mirov çawa mirin, di şer de yan jî piştî şer ji ber kîn û nefretê hatin kuştin? Mînaka herî şênber a vê rewşê qetilkirina Tahîr Elçî bû. Li Amedê Serokê baroyê hat kuştin, lê lêkolîna li cihê bûyerê piştî 4 mehan hat kirin. Têkildarî bi hezaran mirovên li herêmên cuda yên hatin qedexekirin jiyana xwe ji dest dan, lêkolîna cihê bûyerê qet nehat kirin."
'ÎŞKENCE Û PÊKANÎNÊN XERAB ÊN DI DEMA QEDEXEYAN DE HATIN KIRIN, NE KÊMÎ YÊN SALÊN 90'Î NE'
Yavûz da xuyakirin, rêbaza herî zêde di dema qedexeyan de mafên mirovan pê hat binpêkirin; pêkanînên nebaş û îşkece ye û got, "Weke Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), em li ser pêvajoyên tedawiya îşkenceyê û rehabîlîtasyonê dixebitin. Li ser îşkence û pêkanînên xerab ên di dema qedexeya derketina derve de, gelek agahî ji me re hatin."
Yavûz diyar kir, di vê demê de îşkenceya mîna salên 90'î bi rêk û pêk li girtîgehan tê meşandin û got, "Bi taybetî asta şîdeta hêzên ewlekariyê li kesên li herêmên qedexe zevt kirin, gelekî zêde bû."
Yavûz bibîr xist, ku desthilatdariya heyî dema nû bû desthilatdar soza qedandina îşkenceyê dabû û got, "Lê belê îşkenceya îro tê kirin, ne kêmî ya salên 80'ê, salên 90'î ye."
Yavûz anî ziman, bi qedexeya derketina derve re bi hezaran mirov neçar man e koç bikin û got, "Mirov ji cih û warên xwe bûn. Li gelek herêman rewşa civakî bi temamî tine bû." Yavûz destnîşan kir, ku ev yek ji aliyê sosyolojîk ve travma ye.
Yavûz ragihand, qedexeya derketina derve di nava civakê de birînên mezin ên fîzîkî û derûnî der kir û got, "Di dema qedexeyan de gelek mafên weke mafên tenduristî, perwerde, avahî û jiyanê hatin binpêkirin û vê yekê di nava civakê de rê li ber travmayên mezin vekir. Em hêvîdar in wê rewşeke bi vî rengî careke din neyê serê vî gelî."