Li Rihayê 14 kes hatin binçavkirin
Di serdegirtin û operasyonên 3 rojên dawî yên li Rihayê de, tevî Hevserokên DBP'ê yên navçeyan û 14 kes hatin binçavkirin.
Di serdegirtin û operasyonên 3 rojên dawî yên li Rihayê de, tevî Hevserokên DBP'ê yên navçeyan û 14 kes hatin binçavkirin.
Di serdegirtinên 3 rojên dawî yên li navçeyên Girê Sor, Wêranşar, Curnê Reş û navenda Rihayê de, Hevserokê DBP'ê yê a Halîleyeyê Îzzettîn Gok, Hevserokê navçeya Wêranşar Hoşnav Ata, rêveberê DBP'a bajêr Îbrahîm Kurt, rêveberê Halîliyeyê Mehmet Duvar, rêveberê KURDÎ-DER a Rihayê Ozgun Çelîk û Eyyup Bagişkondu, Aytekîn Kiliç, Mustafa Hezer, Şemse Akin, Hurriyet Seymen, Bahar Degmez, Mustafa Bazer, Îbrahîm Halîl Çoban û Gulsum Çîçek hatin binçavkirin.
14 welatiyên sedema binçavkirina wan nehat hînbûn, birin Midûriyeta Polîsan a Rihayê. Tê payîn ku welatiyan îro derxînin Edliyeya Girê Sor.