Çeteyên Qesrê li Şirnexê xaniyan dişewitînin û xera dikin

Çeteyên Qesrê, xaniyên li Şirnexê yek bi yek xera dikin û dişewitînin.

Êrîşên li hemberî Şirnexê di roja 81'ê de dewam dikin. Ji ber êrîşan bajar bi tevahî ji hêla çeteyên Qesrê ve hat hilweşandin. Li taxên ku bi awayekî dijwar tên bombekirin, xaniyên welatiyan yek bi yek tên şewitandin û xerakirin.

Îro jî gelek maşînên zirxî bi sirûdên nijadperest ketin nava taxan. Bi taybetî gelek malên li Taxa Bahçelîevlerê bi êrîşên bombeyî hatin hilweşnadin. 

Dîsa gelek malên li heman taxê bi maşînên zirxî hatin gulebarankirin û bi tevahî hatin şewitandin. Gelek malên li Taxên wekî Îsmetpaşa, Gazîpaşa, Cûmhûriyet û Aydinlikevler ji berê ve ji hêla hêzên dewletê ve hatibûn destnîşankirin û lîsteya wan hatibû amedekirin. Ev malên ku ji berê ve hatine destnîşankirin, yek bi yek ji hêla hêzên dewletê ve hatin şewitandin. 

Her wiha bi maşînên kar gelek mal jî hêla hêzên dewletê ve tên hilweşandin.