Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ozçaki hate definkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ridvan Ozçaki yê li Wanê di şerekî de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê hezaran kesan ve li Rihayê hate definkirin.

Cenazeyê gerilayê HPG’ê Ridvan Ozçaki (Şervan Zagros) ê li Wanê di şerekî de jiyana xwe ji dest dabû, piştî ku ji aliyê malbatê ve hate teşxîskirin hate wergirtin û anîn navçeya Wêranşarê ya Rihayê. Li Taxa Kadikoyê ya ku cenaze wê bihatiba definkirin ji aliyê çeteyên Qesrê ve hate dorpêçkirin û xwestin gel asteng bikin.
Li gel dorpêç û astengiya çeteyên Qesrê jî gel bi dirûşmeyên "Şehîd Namirin" cenaze pêşwazî kirin û anîn Goristana Kadikoyê. Cenaze li vir bi duayan hate definkirin.
Bavê Ozçaki li goristanê axivî û got ku kurê wî şehîdê Kurdistanê ye û wiha berdewam kir: "Ew şehîdê hemû Kurdistanê ye. Bi Ridvan em ser bilind in. Bila serê hemû Kurdistanê sax be."
Piştî ku cenaze hate definkirin malbat û kesên beşdarî merasîmê bûne ji goristanê veqetiyan.
Welatiyên bi navê Mehmet Garîp Ozçaki, Mehmet Salîh Guven û Ekrem Ozçakan ên hatin binçavkirin hê jî li midûriyeta polîsan tên girtin.