Xaniyên li Geverê piştî şer hatin şewitandin
Li Geverê, dîmenê ku piştî rakirina qedexe û dorpêçiyê derket holê, hovîtiya çeteyên Qesrê raxist pêş çavan.
Li Geverê, dîmenê ku piştî rakirina qedexe û dorpêçiyê derket holê, hovîtiya çeteyên Qesrê raxist pêş çavan.
Li Geverê, dîmenê ku piştî rakirina qedexe û dorpêçiyê derket holê, hovîtiya çeteyên Qesrê raxist pêş çavan
"Qedexeya derketina derve", ku çend meh beriya niha li navçeya Colemêrg Geverê hat ragihandin, beriya bi 3 rojan ji aliyê Walîtiya Tirk ve bi qismî hat rakirin. Bi hezaran Geveriyên ji ber êrîşan neçar mabûn malên xwe biterikînin, vegeriyan navçeyê lê bi rojan li ber bendên kontrolê yên leşker û polîsên Tirk hatin sekinandin. Çeteyên Qesrê duh êrîşî gelê dixwest vegere malên xwe kir û gelek kes birîndar bûn. Welatiyên ku tevî hemû zehmetî astengiyan xwe gihandin navçeyê, dema rewşa navçeyê dîtin ji ser hişê xwe çûn. Gever êdî ne Gevera berê bû.
'XANÎ PIŞTÎ ŞER HATINE XERAKIRIN'
Parlamenterê HDP’ê yê Colêmergê Nîhat Akdogan diyar kir, Gevera wan li pişt xwe hiştibûn, êdî ne ew Gever e û got, xanî bi zanebûn hatine xerakirin. Akdogan bal kişand li ser gotina Devlet Bahçelî a 'kevir li ser kevir, serî li ser bedenê nehêlin' û got, hikûmetê jî ev gotin yek bi yek bi cih anî. Akdogan her wiha diyar kir, xaniyên welatiyan ne di dema şer de, piştî şer hatine hilweşandin.
'EM Ê GEVERÊ JI NÛ VE AVA BIKIN'
Geveriyê li ser mijarê ji me re axivîn diyar kirin, wê xwe nekin hewcedarê dewletê û geverê ji nû ve bi rengekî bedew ava bikin. Welatiyên Geverê gotin; "Armanca wan, bêmirovhiştina vê derê bû. Ev demeke dirêje dewlet li ser Geverê plana amade dike û niha jî ev planê xwe pêk anîn. Ya dikeve ser milê me jî, rêxistinbûyîneke xurt û ji nû ve avakirina jiyana xwe ye."
KOMELEYA ROJAVA JI BO GEVERÊ BANG KIR
Komeleya Rojava jî, ku piştî rakirina "qedexeya derketina derve" xwe gihand Geverê, dest bi belavkirina alîkariyê kir. Rêveberê Komeleyê Ûgûr Ozlu li dijî vê hilweşîn û polîtîkaya bêmirovhiştinê bang li her kesî kir ku tevlî karê ji nû ve avakirina Geverê bibin.