Cenazeyên 4 kesan şandin Şirnexê
Cenazeyê 4 kesên ku li Silopiyayê di teqîna di dema derbasbûna wesayîta polîsan de jiyana xwe ji dest dan, şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Cenazeyê 4 kesên ku li Silopiyayê di teqîna di dema derbasbûna wesayîta polîsan de jiyana xwe ji dest dan, şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Li Taxa Yenîşehîrê ya Sîlopiya Şirnexê duh êvarê dema ku servîsa polîsan derbas dibû teqîn çêbibû û di teqînê de Ekrem Bîrlîk û neviya wî Kubra Bîrlîk û Îsa Torlak û Davut Yoksul jiyana xwe ji dest dabûn. 4 cenaze ji bo otopsiyê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Hate hînbûn ku piştî otopsiyê wê cenaze li Silopiyayê bên definkirin.
Li aliyê din di teqînê de 5 jê polîs 18 kesên birîndar bûn jî ji wan 14 kes li nexweşxaneyên cuda tên dermankirin.