'Pêngava 1'ê Hezîranê çarenûsa gelê Kurd diyar kir'
Ji fermandarên HPG'ê yên li Şengalê Bager Cûdî, Pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an nirxand û weke demeke dîrokî pênase kir.
Ji fermandarên HPG'ê yên li Şengalê Bager Cûdî, Pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an nirxand û weke demeke dîrokî pênase kir.
Ji fermandarên HPG'ê yên Şengalê Bager Cûdî, Pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an, ku di nava tevgera azadiyê ya gelê Kurd de weke duyemîn Pêngava 15'ê Tebaxê tê dîtin, ji ANF'ê re nirxand.
Cûdî di destpêka axaftina xwe de şehîdên meha Hezîranê bibîr anî û got, "Her netewe, her welatek xwedî demên dîrokî ne. Yê me jî weke gelê Kurd, weke neteweya Kurd rojên me yên dîrokî, weke Newrozê, 15'ê Tebaxê, 1'ê Hezîranê hin rojên me yên dîrokî hene. Roja 1'ê Hezîranê rojekê ji rêzê nîne. Şert û mercên wê demê û destpêkirina pêngaveke bi vî rengî dîrokî bû. Çarenûsa gelê Kurd diyar dikirin. Pêvajoyeke bi vî rengî bû."
'HÊVÎ AFIRAND'
Cûdî da xuyakirin, ku 1'ê Hezîranê ji tinebûnê hebûn, ji bêhêvîtiyê jî hêvî afirand û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ji sala 99'an heta salên 2002-2003'an em me şer dabûn sekinandin û li Herêmên Parastinê yên Medyayê xwe perwerde dikirin. Di heman demê de salên ku hem ji hundir hem jî ji derve êrîş li hemberî tevgera me dihat kirin bûn. Dewleta Tirk ti carî dest ji êrîşên xwe berneda. Tevî ku me xwe vekişand jî, wan dixwest me îmha bikin. Di asta dîplomasiyê de jî li her derê em terorîze dikirin. Êrîşê dijmin mirov dikare bêje dijminahî bû, an jî erka xwe pêk tanîn. Lê ya ku em pê dêşand, ew hewldana tesfiyekirinê ya li nava me bû. Ew hewldana tesfiyekirinê ya kesên weke Ferhat, Botan hwd. Wan dixwestin me bikişînin ser xetekê cûda bi destê hevalbendê derve yê herêmî û NATO'yê. Wan hêzan jî pêştgirî didan wan ji bo ku me bê hêz bikin. Wan jî rola xwe di nav tevgerê de dilîstin. Wan hinekî bandor kirin, lê îxanetçiyan tiştek ji bîr kiribûn; milîtanên PKK'ê dema dest bavêje karekî heta neqedînin dev ji bernadin. Wan tecrûbe ji şerê YNK'ê negirtibûn."
'PÊNGAVA 1'Ê HEZÎRANÊ BI RUHÊ 15'Ê TEBAXÊ HAT AVÊTIN'
Cûdî di dawiya axaftina xwe de got, "Bi rastfêmkirina şehîdên 1'ê Hezîranê ku li Gabarê weke hevalê Kendal Baz, li Bestayê hevalê Resûl û li Cudî hevalê Ronî mirov dikarin 1'ê Hezîranê rast fêm bikin. Pêngava 1'ê Hezîranê bi ruhê 15'ê Tebaxê hat avêtin. Hemleyekê ji nû ve avakirina şoreşê bû û derb li tesfiyekaran xist. Em îro encama wê li her çar aliyên Kurdistanê dibînin. Bi taybetî li Şengalê îro ev ruh dewam dike û wê dewam bike."