Ji Rûhanî îdîaya balkêş: Me Hewlêr parast
Serokkomarê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî di ziyareta xwe ya bajarê MIhabad ê Rojhilatê Kurdistanê de, îdîa kir ku li Îranê navbera mezhep û gelan de ti ferq nîne.
Serokkomarê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî di ziyareta xwe ya bajarê MIhabad ê Rojhilatê Kurdistanê de, îdîa kir ku li Îranê navbera mezhep û gelan de ti ferq nîne.
Serokkomarê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî di ziyareta xwe ya bajarê MIhabad ê Rojhilatê Kurdistanê de, îdîa kir ku li Îranê navbera mezhep û gelan de ti ferq nîne. Rûhanî got êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Hewlerê jî asteng kirine.
Serokkomarê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî, piştî li Ûrmiyeyê bi nîşaneyên faşîstî yên gurên boz hate pêşwazîkirin, derbasî bajarê MIhabad ê Rohilatê Kurdistanê bû. Serokkomarê Îranê li vir ji gel re axivî, îdîa kir ku hêzên çekdar ên Îranê wek Bexda û Şamê, bajarê Hewlêrê jî ji dagirkirina DAIŞ’ê parastine. Rûhanî, Îran şiband gulîstanekê û got cihê her gel û baweriyê li heye.
Rûhanî bi awayekî sergirtî be jî cihêtiya mezheba Sunî û Kurdan a li Îranê qebûl kir, got: “Ez bi awayekî eşkere nabêjim mabeyna Kurd, Tirk, Faris û Ereban de cihêtî nîne.”