NÛ BÛ

Polîsên Tirk gef li gel ê tevlî merasîma cenazeya bûye xwarin: Ez ê vê derê bişewitînim

Polîsan li Wanê gel ê tevlî merasîma cenazeyê gerîlayê HPG’ê bûne tehdîd kir. Gel guh neda gefa polîsan û her du şervan oxir kir. Bav Selîm Bayhan got, “Em ê çokan neşkînin.”

Polîsan li Wanê gel ê tevlî merasîma cenazeyê gerîlayê HPG’ê bûne tehdîd kir. Gel guh neda gefa polîsan û her du şervan oxir kir. Bav Selîm Bayhan got, “Em ê çokan neşkînin.”

Ji bo gerîlayên HPG’ê Erhan Abû (Piling) ê êvara 25’ê Gulanê di şerê li gundê Zewkan ê girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê jiyana xwe ji dest da û Yaşar Bayhan (Şoreş Mamxuran) ê 27’ê Gulanê li Kevenlî TOKÎ ya Wanê di şer de jiyana xwe ji dest da, merasîma cenaze hate lidarxistin.

Cenazeyên Bayhan û Abû danê sibehê ji morga Akkopru ji aliyê rêveberên MEYA-DER, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, HDP, DBP û bi sedan kesî bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” hatin wergirtin. Di vê demê de polîsan êrîşî gel kirin, wiha tehdîd kirin: “Eger ev van alan di derketinê de bibînin, ez ê hezar zilamî li vir kom bikin û vê derê bişewitînim.”

GEL GUH NEDA GEFAN

Gel tehdîdên polîsan paşguh kirin, xwedî li cenazeyan derket û darbestên bi kesk-sor û ser pêçayî anîn Yenîmahlle ya girêdayî navçeya Îpekyolû. Cenazeyên li ber Komaleya Gelê Azad ji aliyê bi sedan kesî bi siniyên hineyê hatin pêşwazîkirin, bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Qatil Erdogan” heta goristanê hate birin.

Piştî li Goristana Yenîmahalleyê wecîbeyên olî pêk hatin, bi tilîliyan cenaze sipartin axê.

BAV BAYHAN: EM Ê ÇOKAN NEŞKÎNIN!

Bavê Yaşar Bayhan (Şoreş Mamxuran) Selîm Bayhan di merasîmê de axivî, got: “Em ê sozê didin şehîdan. Em ê ti carî çokan neşkînin.” Gel jî bi dirûşm, tilîlî û çepikan piştgirî da axaftina Bayhan.

Her wiha, piştî cenaze hatin veşartin, mabeyna ciwan û polîsan de aloziyek demkurt çêbû. Polîsan tax dan ber gazê, lê li beramberî berxwedanê neçar man vekişin.

...