DAIŞ'ê êrîşî eniya Mexmûrê kir û derba giran xwar: 22 mirî
Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî yekîneyên artêşa Iraqê yên li eniya Mexmûrê kirin. Di şerê li vir de 22 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin, 4 leşkerên Iraqê jiyana xwe ji dest dan.
Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî yekîneyên artêşa Iraqê yên li eniya Mexmûrê kirin. Di şerê li vir de 22 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin, 4 leşkerên Iraqê jiyana xwe ji dest dan.
Şevê din çeteyên DAIŞ’ê li bajarokê Mexmûrê yê ser bi Mûsilê êrîşî 4 gundên di destê artêşa Iraqê de ne, kirin.
Ji ber vê êrîşê şer derket û heta ber destê sibehê dewam kir. Di vî şerî de çeteyan derbeke giran xwarin.
Li gorê agahiyên hatin bidestxistin, di şer de 4 leşkerên artêşa Iraqê jiyana xwe jidest dane û 11 jî birîndar bûne.
Hat ragihandin, di şer de 22 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.